Li Îranê milyonek xwendekaran dest ji xwendinê berdane
Li gorî rapora dawî ya Navenda Îstatîstîkên Îranê, li tevahî welat nêzî milyonek xwendekaran ji ber sedemên cuda neçar mane dest ji perwerdeyê berdin.
Navenda Nûçeyan- Navenda Îstatîstîkên Îranê di çarçoveya ‘Roja xwendin û nivîsandinê’ de raporek ku balê dikşîne ser perwerdeya xwendekaran weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku li Îranê bi giştî ji 17 milyon xwendekaran, nêzî 992 hezar ji ber xizanî, astengiyên çandî, astengkirina xwendekarên keç a çûyîna dibistanê û ji ber ku malbat bi zorê zarokan didin xebitandin, perwerdeyên xwe berdewam nakin.
Rêje zêde dibe
Di rapora Navenda Îstatîstîkên Îranê de, bal hat kişandin ku rêjeya destjêberdana perwerdeyê li hemû astên perwerdeyê zêde bûye. Rêjeya serkeftinê ya di dibistana seretayî de ji sedî 2 ye, di dibistana navîn de ji sedî 23.5’e. Di dibistana Amadeyî de di asta duyem de ye, rêjeya serkeftinê ji sedî 12.16 ye. Ev dane nîşan didin ku pergala perwerdeyê rûbirûyî zoriyek mezin e. Lê belê di raporê de, têkildarî xwendekarên ku dest ji perwerdeyê berdane de behsa sedemên zayendperestî nehatiye kirin.
Li gel vê, di raporê de hat diyarkirin ku li Îranê rêjeya xwedinê ya xortan ji sedî 93, ya jinan jî ji sedî 87’e. Ev ferqa ku di lehiya xortan de ye, newekheviya di perwerdeyê de careke din nîşan dide.
Di navbera herêmên gundewar û bajaran de ferqek zêde heye
Di raporê de hat destnîşankirin ku rêjeya xwendinê li bajaran ji sedî 92, li herêmên gundewar jî ji sedî 83.5’e. Li herêmên gudewar, ji ber firsendên perwerdeyê sînordar in, nîşan dide ku newekhaviya herêman mezin bûye. Di heman demê de ferqa di navbera zayendan a di xwendinê de berdewam dike, rêjeya xwendina mêran ji ya jinan zêdetir e.
Di nava sê salan de 911 hezar zarokan dest jî xwendinê berdane
Di raporê de bal hat kişandin ku di nava sê salên dawî de nêzî 911 hezar zarokên ku di navbera temenê 6-17 salî de dest ji xwendinê berdane hene. Ev rewş diyar dike ku pergala perwerdeyê ya li Îranê rû bi rûyî krîzek kure. Piranî yên ku ji perwerdê qût bûne ji ber sedemên aborî û zextên civakî ne.
Di perwerdeyê de zorî zêde dibin
Di raporê de hat diyarkirin ku li Îranê têkoşîna ji bo xwendinê bidome. Serokê Saziya Xwendinê ya Îranê Abdurriza Fuladvand da zanîn ku di nava 45 salên dawî de perwerde dane 11 milyon kesan, zêdebûna rêjeya xwendinê gelek e. Fuladvand da zanîn ku li Îranê 920 hezar xwendekarên Efgan û Iraqê perwerde dîtine lê belê civaka navneteweyî û bi taybetî di mijara koçberan de piştevaniya bi Îranê re dike kêm e.
Kêmaniya alîkariyên navneteweyî û pirsgirêkên di asta kûrewî de
Fuladvand, destnîşan kir ku sûdên alîkariya naveneteweyî ji bo Îranê, li gorî alîkariyên bi koçberan re li welatên din gelek sînordar e. Mînak alîkariya UNESCO’yê ya bi Tirkiyeyê re ji bo koçberên Sûriyeyê, ji alîkariya bi Îranê re gelek zêdetir e. Fuladvand got: “Sûda rêxistinên navneteweyî yên piştevaniya bi perwerdeya Îranê re di asta ji sedî 1 de ye.” Bal kişand ser bêhevsengiya der barê koçberan de.
Niha li Îranê nêzî 700 hezar xwendekarên biyanî perwerde dibînin. Piraniya van xwendekaran ji koçberên Efganistan, Iraq û Sûriyeyê pêk tên. Nateweyên Yekbûyî ji bo fînansekirina perwerdeyên 400 hezar xwendekarên Sûriyeyê yên Tirkiye hedef dike ku 62 hezar mamoste tesîs bike.
Pirsgirêkên perwerdeyê li benda çareseriyê ne
Rapora dawî ya ku Navenda Îstatîstîkên Îranê weşand, tevliheviya pirsgirêkên ku di perwerdeyê de hene nîşan dide. Zoriyên ku li herêmên gundewar, aliyên civakê yên ku dahata wan kêm e û cudakariya zayendî ya di navbera xwendinê de, di pergala perwerdeya Îranê de di nava pirsgirêkên ku divê demildest werin çareserkirin de ye. Di vê xalê de, pêwîstî bi piştgiriya zêdetir û piştavaniya navneteweyî heye. Bi taybetî bi zêdekirina piştevaniya perwerdeya koçberan re, wê sûdê bide kêmkirina krîzên perwerdeyê li Îranê.