Rojnamevan Vîda Rabbanî di çalakiya greva birçîbûnê de ye

Rojnamevan Vîda Rabbanî ji bo nerazîbûnê girtina li derveyî bajarê ku lê dijî, ji 6’ê Sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.

Navenda Nûçeyan – Parêzerê rojnamevan Vîda Rabbanî Hasan Asadî Zeydabadî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X ragihand ku muwekîla wî Vîda Rabbanî di roja 6’an de ji bo nerazîbûna li dijî girtina li derveyî bajarê ku lê dijî, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Li gorî agahiyên parêzer, rojnamevana girtî Vîda Rabbanî, beriya niha di bin çavdêriya polîsan de ji ber ku zexta serpoşê red kiribû, hatibû derbkirin.

Beriya niha hevjînê rojnamevan û çalakvanê civaka sivîl, li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihand ku di serdana Girtîgeha Tonekabonê de di bedana Vîda Rabbanî de gelek şopên birînê dîtiye.

Rojnamevan û girtiya siyasî Vîda Rabbanî, yek ji îmzekerên daxuyaniya 17 kesên ku di 31’ê Çileyê de hatibûn girtin e.