Rojnamevan Ozlem Akarsu Çelîk: Jin bûn berdevkên aştiya her serdemê
Ji “Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” Rojnamevan Ozlem Akarsu Çelîk, destnîşan kir ku jinan di her serdemê de rîskan girtine berçav û berdevkiya aştiyê kirine.

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed- Di encama komkujî û qirkirinan de herî zêde civak perçe dibin. Di civakan de jî destpêkê tundî bandora xwe li jinan û zarokan dike. Di van pêvajoyan de şer bidawî bibin jî, jin û zarok neçar dimînin di civakek tund a piştî şer de jî bijîn. Tenê çend pêşveçûnên di nav çend salên dawî de, nîşan didin ku şer bandorek çawa li jiyana jinan dike.
‘Kirdeya’ tundiyê jin e
Di şerê Rusya- Ukraynayê de ji bilî sûcên zayendî yên li hember leşkerên jin ên Ukraynayî, jinên ku koçberî li wan hat ferzkirin, li welatên ku çûne jî rastî hemû cûreyên tundiyê hatin. Nûnera Fona Nifûsa Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ya Ukraynayê Ulla Muller di hevpeyvînek ku ajansek nûçeyan pê re kiriye de balê kişand ser aliyê şerê sê saleyî yê li Ukraynayê ku têra xwe nayê dîtin û axaftin. Ulla, diyar kir ku li Ukraynayê tundiya li hember jinan di astên girîng de ye û divê bi awayek lezgîn pêşî lê bê girtin.
Di êrîşên ku Îsraîl ji Cotmeha 2023’yan vir ve li hember Xezayê lidar dixe de, trajediyên mirovahiyê derketin holê. Jinên Filistînî hatin qetilkirin, yên mayî jî di bin dorpêçê de neçar in jiyana penaberiyê bijîn.
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê çeteyên wek DAÎŞ’ê ve hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotan, destdirêjî li wan hat kirin. Jinên ku axa wan ji aliyê dagirkeran ve hat dizîn, hemû cureyên tundiyê dîtin.
Şerê navxweyî ku li Sûdanê di navbera artêşê û Hêzên Desteka Lezgîn a paramîlîter de di 15’ê Nîsana 2023’an de destpê kir, veguherî qeyranek mezin a mirovane. Rêxistina Efûya Navnetewî diyar kir ku di şerê li Sûdanê de Hêzên Desteka Lezgîn tundiyek zêde ya zayendî bikar tîne û got ku bûyerên “koletiya zayendî û destdirêjiyên komî” diqewimin.
Ev, tenê çend mînak in. Li hember şerên ku têkiliyên bavsalarî yên zayendiya civakî xwedî dikin û di vê qadê de bi polîtîkayên nû pêvajoyê sîstematîk dikin, têkoşîna jinên ku di eniya aştiyê de cîh digirin, heta îro berdewam dike.
Jinan di eniya li dijî şer de cîh girtin
Li gor lêkolînên ku Beşa Bihêzkirina Wekheviya Zayendiya Civakî ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) çêkirine, encamên balkêş derketine holê. Tê gotin ku di hevpeymanek aştiyê ya du saleyî de ger ku jin hebin, dibetiya berdewamkirina peymanê herî kêm ji sedî 20, dibetiya berdewamkirina 15 salan jî ji sedî 35 zêde dibe. Mirov dikare Kolombiyayê wek mînaka vê yekê nîşan bide. Jinên ku li Kolombiyayê tevlî pêvajoya aştiyê hatin kirin, bûn sedema serkeftina aştiyê û nehiştin ku sûcên zayendî bên efûkirin. Li herî kêm 100 welatên dinyayê, ji bo ku jin li hember şeran tevlî pêvajoyên aştî û demokratîkbûnê bibin, planên çalakiyên netewî tên amadekirin. Lê belê li Tirkiyê di vê qadê de her çiqas gavên fermî neyên avêtin jî, jin xwe ji bo jiyanek demokratîk û azad, ji têkoşînê dûr nagirin.
Mîlîtarîzm û êrîşên li hember jinên Kurd
Di vê çarçoveyê de jin, di serî ji bo pirsgirêka Kurd, her wiha li hember hemû pirsgirêkên civakî bûn yek. Bi taybetî di salên 1990’î de polîtîkayên şer hatin meşandin. Ziman û nasnameya Kurd hat qedexekirin, tunehesibandin û hebûna pirsgirêka Kurd hat redkirin. Ev polîtîka bûn sedem ku li qereqolan bûyerên destdirêjî û zayendî zêde bibin, gund û malên li gundan ên şewitandin, Kurd ji neçarî koç bikin. Li meydanê kuştinên ‘kiryar nediyar’ çêbûn. Jinên ku ketin pey şopa hezkiriyên xwe jî, rastî îşkenceyan hatin. Di serî de li Girtîgeha Amedê, li gelek girtîgehan girtiyên jin ên siyasî, rastî îşkenceyên ku şerma mirovahiyê ye, hatin.
Şer kûr kirin, di bin navê aboriyê de dewletê xurt kirin. Ne tenê civaka Kurd, civaka Tirkiyê jî bi tevahî ber bi tevliheviyek aborî, civakî û leşerî ve birin.
Herî zêde jinan berteka civakî li hember vana nîşan dan. Tevgera Jinên Femînîst û Tevgera Jinên Kurd bi awayek hevpar têkoşîna xwe meşandin û hewl dan ku rayagiştî ava bikin. Hewldana ku herî zêde xuya kir, di sala 1994’an de ji bo jinên ku di binçav de rastî îşkenceyan hatine, jinên ku hatine qetilkirin, ji aliyê Tevgera Femînîst ve pêk hat. Bi navê ‘Dest nede hevala min’ kampanyayek hat destpêkirin. Piştî vê kampanyayê jî Tevgera Femînîst û Tevgera Jina Kurd, li hember tundiya serdest a mêr-dewletê, dest dan hev û têkoşînek meşandin.
Jin li ser aştiyê diaxivin
Li vê erdnîgariya ku ji ber şeran westiyaye, jinan ji bo ku careke din li ser aştiyê biaxivin, li Stenbolê di 22-23’yê Sibatê de pêşxebata “Jin li ser aştiyê diaxivin” lidar xist. Di vê pêşxebatê de atolyeyên li ser aştî, aborî têkoşînê hatin çêkirin. Her wiha, biryara avakirina “Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” hat dayîn. Me bi endama “Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye”, Rojnamevan Ozlem Akarsu Çelîk re li ser têkoşîna hevpar a jinan û girîngiya însiyatîfê hevpeyvînek çêkir.
‘Jinan tevî hemû rîskan jî berdevkiya aştiyê kir’
Ozlem Akarsu Çelîk, diyar kir ku di şeran de herî zêde jin di bin bandorê de dimînin, di aştiyê de jî ew beşa ku herî zêde dengê xwe bilind dike ye. Ozlem got ku “Ne tenê di demên ku aştî hatiye axaftin de, di demên ku şer jî herî tund bûn de jin hemû rîskan digirin berçav û berdevkiya aştiyê dikin.”
Ozlem balkişand ser polîtîkayên desthilatiya AKP-MHP’ê yên li ser jinan û wiha pê de çû: “Her çiqas gotina ‘3 zarok çêkin’ bêguneh bê dîtin jî, em hatin wan rojan ku êdî li nexweşxaneyên taybet sezaryen tê qedexekirin. Lîstikvanên futbolê cesaret girtin û bi pankarta ‘Zarokanîna Normal’ derketin sahayê. Di serdemek wiha de hem Tevgera Jina Kurd hem jî Tevgera Jina Femînîst bi hev re her tim tevgeriyan. Ji ber ku pirsgirêka jinê ol, ziman, nijad û mezheban ji hev venaqetîne. Jin di hedefa tundiyên bi her awayî de ne.”
Ozlem Akarsu Çelîk, da zanîn ku di pêvajoyek wiha de pêşxebata “Jin li ser aştiyê diaxivin” pêk hatiye û diyar kir ku ev pêşxebat, berhemek hevpar e. Ozlem got ku ji salên 1990’î heta niha xebatên pir xweş hatine meşandin.
‘Min xwest dengê jinên dengê aştiyê bilind dikin bidim bihîstin’
Ozlem Akarsu Çelîk, anî ziman ku jinan li hember şeran û tundiya li hember jinê ku encamek şer e, careke din gotine “em dengê aştiyê bilind bikin” û wiha pê de çû: “Gava ku jinan gotin ‘em dengê aştiye bilind bikin’, hê Devlet Bahçelî destê xwe nedabû DEM Parti’yiyan. Yanê li Meclîsê ev pêvajoye dawî destpê nekiribû. Jinan ji min re jî teklîfek kir. Ev bi salan e bi tevgerên jinan re di nav têkiliyek de me û di heman demê de rojnamevanek ku li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dinvîsê me. Lewma min bê firîqet got erê û min got ez wek rojnamevanek dikarim çi bikim? Dikarim dengê jinên ku dengê aştiyê bilind dikin çawa bidim bihîstin? Li ser van pirsan fikirîm. Di vê pêvajoyê de li hinek bajaran civîn hatin lidarxistin, ji tecrubeyên heyî sûd hatin girtin. Jinên serbixwe gihîştin hev û em li Enqereyê jî bi komek re hatin cem hev. Piştre li Stenbolê di Sibatê de pêşxebatek pêk hat.”
Têkoşîna hevpar a tevgerên jinên Kurd û Femînîst
Ozlem Akarsu Çelîk balkişand ser encamnameya pêşxebatê û got ku têkoşîna hevpar a di salên 90’î de ku li Tirkiyê ji aliyê Tevgera Femînîst û Tevgera Jina Kurd ve hatiye meşandin, derketiye pêş. Ozlem, kampanyaya ‘Dest Nede Hevala Min’ jî bi bîr xist û got ku gelek bandora vê kampanyaya ku ew jî di nav de bûye, çêbûye. Ozlem got ku “Jin îro jî ji bo pirsa em dikarin ji bo aştiyê çi bikin, li bersivan digerin.”
‘Civak ji bo aştiyê her tim jî amade ye’
Ozlem Akarsu Çelîk, têkoşîna ji bo heqdesta wekhev a ji bo karê wekhev, rûxandinên li welêt, pêkanînên xirab ên qayûman bibîr xist. Ozlem her wiha bi bîr xist ku piştî di sala 2015’an de pêvajoya aştiyê têk çûye, siyasetmedarên demokratîk ji aliyê desthilatiyê ve hedef hatine girtin. Ozlem got ku di serdemek wiha de jin careke din jî dibêjin em dengê aştiyê bilind bikin. Ozlem ragihand ku jinan ji bo ku bibin pêşengên aştiyê, însiyatîfek wiha ava kirine û derbarê xebatên xwe de ev tişt gotin: “Civînên li bajaran, didomin. Jinên ji hemû komên pîşeyî, tên ba hev û li her bajarek xebatên cuda tên meşandin. Bila ev însiyatîf wek avabûnek navendî û saziyî neyê dîtin. Ji bo aştiyê, ji her komek pîşeyî jinên di her temenê de dibêjin ‘gelo ez dikarim çi bikim?’ û pêşniyaran dikin. Ji bo aştiyê divê têgehên çawa bên bikaranîn, pêvajoya aştiya negatîf çi ye? Ji bo aştiyê heta îro li dinyayê mînakên çawa hatin dîtin? Ev hemû tên nîqaşkirin. Li ser hinek pirtûkan nîqaş tên meşandin. Di hinekan de hunermend jî cîh digirin. Hinek çalakî tên organîzekirin. Mînak, 1’ê Gulanê li pêşiya me ye. Em dikarin wek însiyatîf di 1’ê Gulanê de çi bikin? Em dikarin dengê xwe çawa bidin bihîstin? Em amadekariyên ji bo vêya dikin.”
‘Divê Tirk xwedî li vê pêvajoyê derkevin’
Ozlem Akarsu Çelîk, destnîşan kir ku pêwîst e Tirk zêdetir xwedî li vê pêvajoyê derkevin û wiha got: “Ji ber ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, berpirsyariya rastîn aydê aliyê din e. Pirtûkek Bariş Unlu heye, Hevpeymana Tirkbûnê. Wekî ku di vê pirtûkê de jî hatiye ziman, ‘aliyê serdest ji gav avêtinê berpirsyar e.’ Divê aştî tenê di bin berpirsyariya aliyek de nebe. Li bajarên rojava (Tirkiyê) jî dikare gelek tişt bê kirin.” Ozlem diyar kir ku herdu alî jî hê ji bo aştiyê bawer nebûne û wiha got: “Ji bo vê yekê, pêwîst e ku tavilê gavên demokratîk bên avêtin. Bila ev pêvajo her wekî li ser gotinek Devlet Bahçelî hatiye destpêkirin neyê dîtin. Ez wek rojnamevanek, wek welatiyek ku vê pêvajoyê ji nêz ve dişopîne, wiha dibêjin; aştî, bi qasî ku di bin destê tu kesî de neyê meşandin hêja ye. Civak wek nan û avê hewceyî aştiyê ye.”