Li Îranê protestokirina cezayê darvekirinê qedexe ye

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê HRNA’yê ragihand ku xwendekara zanîngehê Hestî Emîrî ji ber ku li dijî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn û binpêkirinên rejîmê helwest nîşan daye, hatiye binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê HRNA’yê têkildarî binçavkirina xwendekara zanîngehê Hestî Emîrî nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku roja 26’ê Nîsanê xwendekara zanîngeha Elame Tebatebayî ya li Tehranê Hestî Emîrî, hatiye binçavkirin. Hat gotin ku destpêkê Şaxa 1’emîn a Dozgeriya Giştî ya Girtîgeha Evînê gazî wê kiriye, piştre li vir hatiye binçavkirin û ew şandine Girtîgeha Evînê. Di nûçeyê de hat gotin ku bi sûcê ‘propagandaya li dijî dewletê kiriye’ û ‘bêyî ku xwe bipêçe derketiye derve’ hatiye sûcdarkirin.

Her wiha hat gotin ku bi sedema li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî serî rakiriye û piştgirî daye kampanyaya ‘Sêşemên ji Darvekirinê re Na’, hatiye binçavkirin. Beriya niha di 6’ê Adara 2025’an de hêzên Îtlaeta Îranê bi ser mala Hestî Emîrî de girtibûn, li mala wê lêgerîn kiribûn û dest danîbûn ser telefon û kelûpelên wê yên taybet.

Di Tebaxa 2023’yan de Hestî Emîrî bi sûcê ‘propaganda li dijî dewletê’ salek cezayê girtîgehê xwaribû. Hestî Emîrî di 5’ê Tebaxa 2024’an de ji girtîgehê hatibû berdan.