Rapora Amnesty: Îsraîlê di weşana zindî de qetlîam pêk aniye
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya salane ya li ser binpêkirinên mafên mirovan li çaraliyê cîhanê weşand. Di raporê de bal kişandin ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û hat gotin, "Îsraîlê di dema weşana zindî de qetlîam pêk anî."

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûya Navneteweyî rapora xwe ya salane ya li ser binpêkirinên mafên mirovan weşand. Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnès Callamard di pêşgotina rapora xwe ya salane ya bi navê "On the Edge" de got, "Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, cîhan li ser ekranên televîzyonên xwe bi awayekî zindî li qirkirinê temaşe dike." Agnès Callamard got jî, "Dewletan bi bêçaretî temaşe kirin çawa Îsraîlê bi hezaran Filistînî kuştin, tevahiya malbatan di nav nifşan de komkujî kir û mal, debara jiyanê, nexweşxane û dibistan wêran kir."
Di raporê de wiha tê gotin: "Lêkolîna Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nîşan daye ku Îsraîlê kiryarên ku ji hêla Peymana Jenosîdê ve qedexe ne, bi niyeta tunekirina nifûsa Filistînî ya li Xezeyê û bi vî rengî jenosîdê pêk aniye." Di raporê de bi taybetî behsa "kuştin", "zirarên giran ên bedenî an derûnî li sivîlan", "koçberkirin û windakirina bi darê zorê", û "ferzkirina bi zanebûn a şert û mercên jiyanê yên ku dê bibin sedema tunekirina fizîkî ya van kesan" hat kirin.