Rojnamegerên jin li dijî siyaseta tundî û zextê têdikoşin

Parêzvana mafên jinan Kejal Abdulqadir bal kişand ku jin li dijî siyaseta tundî û zextê têdikoşin û têkildarî rola jinan di xebatên rojnamegeriyê de got ku civakên jinên rojnameger tê de zêde bin, ew civak bendan derbas dikin û bi pêşve diçin.

HÊRO ELÎ

Silêmanî – Rojnamegeriya azad û bi taybetî jinên rojnameger li seranserê Kurdistan û cîhanê li dijî siyaseta tundî û zextê têdikoşin. Jinên rojnameger rastî hemû cure siyasetan tên û dibin hedef. Her wiha jin di çarçoveya mal û malbatê de rastî tundiya fîzîkî, derûnî û aborî tên. Dema diçin nava civakê û di qadên pîşeyî de careke din rastî heman xeteran tên. Lê belê çareseriya ji bo wê rewşê tenê ew e ku jin di warê zagon û mafên xwe de şiyar bin, da ku bikaribin li dijî van zextan têbikoşin.

‘Her civaka ku jinên rojnameger tê de zêde bin bi pêş dikeve’

Parêzvana mafên jinan Kejal Abdulqadir wiha behsa rola jinên rojnameger li Başûrê Kurdistanê kir: “Her civaka ku jinên rojnameger tê de zêde bin ew civak bendan derbas dike û bi pêş dikeve. Ji ber ku dema jin dinivîsînin, bêguman başî û nebaşiya civakê derdixin holê. Jinên Başûr xwedî hêzeke baş in lê belê gelek caran tên astengkirin. Ji ber nahêlin bi azadî binivîsînin û başî û nebaşiyan nîşan bidin ango pêşî li wan digrin. Nivîskar dema ku dixwazin tiştên di civakê de hene; tiştên weke xirabiyên desthilatdariyê û kêmkurtiyên pergala perwerde û tenduristiyê derbixin holê, gelek caran tundiyê dibînin û tên kuştin.”

‘Divê rojnameger xwe ji çarçoveya partî rizgar bike’

Kejal Abdulqadir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li vî welatî zagonên me gelek in lê belê ew zagon nayên pêkanîn. Sendîkayên rojnamegeran berpirsên yekem in. Her wiha dadgeh jî berpirsên hemû binpêkirinan in û li hemberî bûyeran bêdeng dimînin. Di sala 2024’an de me dît gelek binpêkirin lê pêşiya dezgehên ragihandinê û rojnamegeran hatin kirin. Ji ber wê divê rojnameger xwe ji çaroveya partiyek rizgar bikin. Ji ber em dibînin li vê derê piraniya rojnamegeran her yek ji bo aliyek dixebite. Ji ber wê tişta yekem divê xwe nas bikin, bizanibin karê wan çi ye.”

‘Dengê azadiyê dengekî xurt e’

Kejal Abdulqadir da zanîn ku dengê jinan bi hêz e, ji ber wê pergal û hemû cîhan bi taybetî li Rojhilata Navîn ji dengê pênûsa jinan ditirsin û got: “Bi qasî ku ji nivîsê ditirsin, ji pergala leşkerî natirsin. Pergal têk çûye lê belê dengê azadiyê gelekî xurt e.”

‘Jinên ku kar dikin divê bi hişyarî û rewşenbîrî tevbigerin’

Kejal Abdulqadir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ew jinên ku di qada çapemeniyê de dixebitin pêwist e bi hişyarî û rewşenbîrî tevbigerin. Rexneyên me li hemûyan hene, diçin ba berpirsek pirsên cur be cur dikin, an jî diçin gel kesek xwedî pirsgirêk ku zarok an jî bavê xwe winda kiriye. Ji ber wê divê xwe zana bikin û rewşenbîriyê esas bigrin.