Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bîranîn

Rojnameger Denîz Firat di salvegera xwe ya 12'emîn de ji aliyê nûnerên Komeleya Rojnamegeriyên Jin a Mezopotamyê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve liser gora xwe hat bîranîn.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger Denîz Firat a ku di 8’ê Tebaxa 2014’an de di êrîşa DAIŞ'ê ya li ser kampa Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê nûnerên Komeleya Rojnamegeriyên Jin a Mezopotamyê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve li ser gora wê ya gundê Xecê Xatûn ya navçeya Ebexa Wanê hat bi bîr anîn.

Malbat, endamên MKG Û DFG’ê û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li bernameyê bîranînê bûn.

'Di riya heqîqetê de bedel da'

Di bernameyê de endama Nûnertiya MKG'ê ya Wanê Ceylan Şahînlî axivî û wiha got: “Denîz Firat jî mîna pêşiyên xwe kevneşopiya Çapemeniya Azad domand. Denîz li pişt xwe rastiyek hişt ku li dijî DAIŞ'a ku ji bo hemû cîhanê gefeke mezin bû, bi kameraya xwe şer dikir. Denîz jî weke têkoşerên ku di rêya heqîqetê de bedel dan, giyanê xwe da.”

 'Denîz bi kameraya xwe şer kir'

Birayê Denîz Firat Seyat Yildiztan bal kişand ser têkoşîna Denîz Firat û wiha axivî: “Denîz ne tenê şehîda me ye, şehîda partiya xwe û gelê xwe ye. Wê ne ji bo xwe û malbata xwe, ji bo hemû gelê Kurdistanê bi kameraya xwe, şer kir.”

 'Ew şehîda Kurdistanê ye'

Di dawiyê de Hevserokê Navçeya Ebexê yê DEM Partiyê Abbas Aksak mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Dema bi destê DAIŞ'ê êrîş li ser Kurdan hate kirin, Denîz jî bi kamera û pênûsa xwe xebitî ku van êrîşan nîşanî hemû cîhanê bide. Heta 8'ê Tebaxê ku gihîşt şehadetê, têkoşîna xwe domand. Ew şehîda Kurdistanê û ya Çapemeniya Azad e.”

Bernameya bîranînê bi danîna kulîlkan li ser gora Denîz Firat bi dawî bû.