Rihê Newrozê di çavên zarokên Kurd de diçirise
Zarokên ku bi cil û bergên netewî beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Hesekê bûn, gotin “Em Kurd in, emê xwedî li doza xwe derkevin.”
Hesekê – Di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û Newroza yekîtiya demokratîk a Kurd” de agirê Newroza Hesekê ji hêla xelkên wê ve hate vêxistin. Xelkên Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen, Newroza 2026’an bi rihê têkoşîn, hevgirtin û yekîtiyê pêşwazî kir. Tevî polîtîkayên fesadî, nakokî û tevliheviyê jî, pêkhateyan agirê Nerwozê wek peyamek ji têkçûna planên şerê navxweyî nîşan dan.
Ji ber rewêşa hewayê û barîna baranê şahiya Newrozê li bajarê Hesekê, Qamişlo û Tirbespiyê îro tê pîroz kirin û agirê azadiyê geş dibe.
Bi taybetî jî di qada Newroza Hesekê de coş, hêcan û rihê welatparêzî ya zarokan hêjayî dîtinê bû. Zarokên Kurd bi giyanek welatparêzî mezin dibin û zarokatiya xwe dijîn. Ji ber ku di vê şoreşa Rojava de derfeta wan heye ku zimanê dayîkê û dîroka xwe li dibistanan fêr bibin. Ji ber vê yekê, dema ku dîrok û girîngiya Newrozê hîn dibin, bi kelecan li benda cejnê ne ku agirê wê pêxin. Zarokan ji ajansa me re hest, hezkirin û dilsoziya xwe ya bi Newrozê re anîn ziman.
‘Kes nikare rê li ber coşa Newrozê bigre’
Dilvîn Xandî da zanîn ku Newroz ji bo wan rojek nû ya azadî û xelasiya ji niheqiyê ye û wiha dewam kir: “Em gelekî kêfxweş in ku em cejna xwe ya Newrozê pîroz dikin. Çi dibe bila bibe emê her sal vê cejnê pîroz bikin. Îro min ala YPJ’ê hilgirtiye, ji ber ku ew parastina me dike. Ez û rêhevalên xwe li qada Newrozê bi cil û bergên xwe amade ne û em gelekî kêfxweş in. Ez dixwazim bi boneya vê rojê stranek şoreşgerî ji bo şervanên YPJ’ê pêşkêş bikim. Bijî Kurd û Kurdistan.”
‘Her tişt bi Kurdî xweş e’
Warvîn Mihemed jî kêfxweşiya xwe anî ziman, got ku Newoz, Newroza zarokên Kurdan e û wiha dewam kir: “Newroz ji bo me rojek pîroz e. Ger kes bi me re neyê jî emê werin û roja xwe prîoz bikin. Dayîkên me ji bo me dibêjin ku berê Newroz bi dizî dihat pîrozkirin lê îro em bi şans in ku em îro bi rihetî dikarin pîroz bikin. Em spasiya keda hevalan dikin û şehîdan ji bîr nakin. Emê xwedî li pêşerojê derkevin. Min îro cilê Kurdî li xwe kirine ji bo ji tevahî cîhanê re bêjim ez Kurd im û her tişt bi Kurdî xweş e.”
Pîrozbahiya Newrozê bi coşek mezin û dîlanên gelêrî berdewam kir.