Li Kirmaşanê di çaremîn salvegera serhildana "Jin Jiyan Azadî" de greva giştî

Di çaremîn salvegera serhildana şoreşgerî ya "Jin Jiyan Azadî" û kuştina Jîna Emînî de, li Kirmaşanê û çend navçeyên wê parêzgehê bazirgan û dikandaran bi girtina dikanên xwe dest bi greva giştî kirin.

Navenda Nûçeyan – Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li seranserê Kirmaşanê dikan bi giştî hatine girtin û dikandar tevlî vê çalakiyê bûne. Li gorî dîtinên li qadê, piraniya dikanên li kolanên sereke yên wekî Ferdewsî, Dabîr-ê Ezam, Nowbahar, Maskan û Elahiyê girtî bûn. Tê îdiakirin ku girtina dikanan bandor li kolanên kêlekê jî kiriye û tê plan-kirin ku ev grev herî kêm sê rojan bidome.

Zexta hêzên hikûmetê

Li aliyê din, hate diyarkirin ku hêzên hikûmetê li bazarê digerin û hewl didin dikandarên ku beşdarî grevê bûne tesbît bikin. Hat ragihandin ku hin rayedaran berê jî der barê girtina dikanan de hişyarî dabûn û gefa betalkirina ruxsatên kar xwaribûn.

Berfirehbûna grevê li navçeyan

Çalakiyên grevê ne tenê li navenda bajêr, li gelek navçeyên derdorê jî hatin dîtin. Li gorî çavkaniyên gel, dikandarên li navçeyên Gîlan-ê Xerb, Dalahû, Sahne, Qesr-ê Şîrîn û Îslamabad-ê Xerb jî ji bo piştgiriya grevê dikanên xwe girtin.