Li Yemenê ji ber operasyonên leşkerî nêzîkî 18 hezar malbat ji cih û warên xwe bûn

Ji ber zêdebûna operasyonên leşkerî û qutbûna xizmetên bingehîn ên li çend bajarên Yemenê, di nîvê ewil ê mehê de zêdetirî 122 hezar kesî neçar man ku koçî deverên aram bikin. Ev rewşa heyî jî pêdiviyên lezgîn ên li herêmê zêde dike.

Navenda Nûçeyan – Zêdebûna operasyonên leşkerî û xirabûna xizmetên bingehîn ên li çend bajarên Yemenê, bi hezaran malbat neçar kir ku koçî deverên aramtir bikin. Ev rewş, wê bibe sedema zêdebûna pêdiviyên lezgîn ên nişteciyên van deverên ku koçberan dihewînin.

17 hezar û 852 malbatan ji cih û warên xwe bûn

Yekîneya Rêveberiya Kampên Kesên Jicîhûwarkirî, duh di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji ber zêdebûna dawî ya çalakiyên leşkerî, di nîvê yekem ê mehê de li 8 bajaran pêleke mezin a koçberiyê hatiye tomarkirin. Yekîneyê, da zanîn ku 122 hezar û 297 kesên ku ji 17 hezar û 852 malbatan pêk tên, ji cih û warên xwe bûne. Hate diyar kirin bajarê Lahic ê li başûr jî di rêza duyemîn de cih digre û 31 hezar û 577 kesên ku ji 4 hezar û 511 malbatan pêk tên, ji cih û warên xwe bûne.

Hate ragihandin ku li Adenê 5 hezar û 555 kesên ango hezar û 80 malbat, li Abyanê 7 hezar û 21 kes ango hezar û 3 malbat, li Hadhramautê 462 kes ango 66 malbat, li El-Mahrayê 280 kes ango 40 malbat û li Shabwayê jî 133 kes ango 19 malbat ji cih û warên xwe bûn.

Yekîneya neteweyî destnîşan kir ku beşek ji vê pêla koçberiyê ya niha, ji kesên ku berê jî koçber bûbûn pêk tê. Yekîneyê da zanîn ku hezar û 471 malbat berê ji navçeyên Hays û Al-Khokha yên bajarê Hodeidah koçber bûne û careke din ber bi Adenê ve çûn.