Li Cezayirê serdema nû yê parlamentoyê de mafê jinan hate nîqaşkirin

Meclîsa Gel a Neteweyî ya Cezayirê ji bo salên 2026-2027'an deriyê gera xwe ya nû vekir. Di rûniştinê de hate tekezkirin ku divê parlamenter bibin dengê gel, her wiha behsa têkoşîn û rola girîng a jinan di qada siyasî de hate kirin.

NECWA RAHÊM

Cezaîr – Li Cezayirê di 16’ê Îlonê de Meclîsa Gel a Neteweyî rûniştina xwe ya asayî ya parlamentoyê ya salên 2026–2027'an vekir. Di rûniştina giştî ya bi serokatiya Seroka Meclîsê Xalîda Bofadş de, bang li parlamenteran hat kirin ku heyama nû ya parlamentoyê bikin qada diyaloga berpirsiyar û pratîkên demokratîk.

'Erkê giştî emanetek e'

Xalîda bal kişand ser girîngiya pêkanîna erkên yasadanîn û çavdêriyê bi awayekî ku xizmeta welatiyan û berjewendiyên bilind ên welêt bike. Xalîda got: "Berpirsiyariya parlamentoyê pêdivî bi nêzîkbûna li fikarên welatiyan û xebata bi ruhê şêwrê heye. Erkê giştî ne îmtiyazek e, lê emanetek e û baweriya gel bi rêya destkeftiyên berbiçav ên li qadê tê pîvandin."

'Hefgirtina gel û seferberiya saziyan yekîtiyê nîşan didin'

Xalîda Bofadş bal kişand ser dîmenên hevgirtina gel û seferberiya saziyên dewletê di dema qeyranên dawî de û ev yek wek nîşaneya yekîtiya civakî nirxand. Xalîda tekezî li ser pêwîstiya bilindkirina asta xebatên parlamentoyê, hemahengiya bi guhertinên welêt re, di nav de pêşveçûnên di warê dîjîtalîzasyon û teknolojiyê de û xurtkirina performansa saziya yasadanîn û çavdêriyê kir.

'Erka min ewe ku guh bidim fikarên welatiyan'

Parlamenter Fatimê Zehra Bin Safî ku endama buroya neteweyî ya Partiya Kombûna Neteweyî ya ji bo Demokrasiyê behsa pêşîniyên xwe yên ji bo dema yasadanînê ya dehemîn kir. Fatimê tekez kir ku erkê wê yê sereke ew e ku guh bide fikarên welatiyan û wan di nava Parlamentoyê de bîne ziman. Taybetî yên niştecihên Cezayîrê. Fatimê da zanîn ku erkê wê xwedî çarçoveyeke neteweyî ye û ne tenê bi parêzgeheke taybet ve sînordar e.

Hebûneke ku di warên cûrbecûr de zêde dibe

Fatimê Zehra Bin Safî di axaftina xwe ya derbarê jinên Cezayîrî de bal kişand ser zehmetiyên ku ew li qada siyasî rûbirû ye û destnîşan kir ku hilbijartina Xalîda Bofadş ji bo serokatiya Meclîsa Gel a Neteweyî, ji bo jinên Cezayîrî destkeftiyeke girîng e. Fatimê di berdewamiyê de got: "Jinên Cezayîrî her tim jêhatîbûn, pabendbûna bi xebateke bêwestan û hesta berpirsiyariyê ya xurt nîşan dane; ev taybetmendî hebûna wan a ku di warên cûrbecûr yên jiyana giştî de zêde dibe, nîşan didin."

'Jinên Cezayirî têdikoşin'

Fatimê Zehra Bin Safî bal kişand ser wê yekê ku postên berpirsiyariyê bi hêsanî nadin jinên Cezayîrî; lê ew bi keda dijwar û berdewamiyê tên bidestxistin. Fatimê got: "Ev post ne tenê "tên dayîn" û bidestxistina wan hewcedarê hewldaneke domdar e. Jin li Cezayîrê di warên siyasî, aborî û civakî de têdikoşin û li kêleka mêran radiwestin; ev yek rê dide wan ku ji ber rola xwe ya çalak di jiyana giştî de, destkeftiyan bi dest bixin."

Mijarên civakî dê bibe rojeva rûniştina dehemîn a parlamentoyê

Fatimê Zehra Bin Safî behsa mijarên civakî kir, bi taybetî guhertina pêşniyarkirî ya di Yasaya Cezayê de û got: "Ev daxwazeke sereke ya jinên Cezayîrî ye. Her wiha zêdebûna beşdariya siyasî ya jinan û bihêzkirina wan a aborî jî pêwîst e. Daxuyaniyên ku ji aliyê parlamenterên jin ve di vekirina gera nû ya parlamentoyê de hatin dayîn, mijarên cûrbecûr li ber çavan digirin. Ji performansa saziya yasadanînê û diyaloga navxweyî ya parlamentoyê, beşdariya jinan di jiyana siyasî û bihêzkirina aborî de û parastina li hember tacîzkirina li cihên giştî bigire heta nîqaşên derbarê cezayên ji bo sûcên giran. Ev mijar dê di tevahiya gera yasadanînê ya dehemîn de di rojevê de bimînin."