Rêxistina Stêrk banga parastina zarokan kir
Rêxistina Stêrk a Parastin û Çavdêriya Mafên Zarokan, bi daxuyaniyekî qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Elî El-Hîlal şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo parastina mafên zarokan û darizandina berpirsyaran mudaxele bikin.
Heleb – Di 28’ê Kanûnê de cenazeyê zarokê bi navê Ehmed Elî El-Hîlal ê 5 salî, bi awayekî ku qirika wî hatibû birîn li malekî li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê hate dîtin. Lê heta niha tu agahiyên der barê hûrgiliyên sûcê yan jî nasnameya sûcdaran de nehatine zelalkirin.
Rêxistina Stêrk a Parastin û Çavdêriya Mafên Zarokan, îro têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û bûyer şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Ji ber binpêkirinên domdar ên li Efrîna dagirkirî, zarok û malbatên ji Efrînê bi xetereya revandin û qetilkirina ji aliyê komên terorîst ên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne. Di 27’ê Kanûnê de, zarokê binavê Ehmed Elî El-Hîlal ê 5 salî hate revandin û piştî rojek cenazeyê wî bi awayekî ku qirika wî hatibû birîn hate dîtin. Ev sûcê herî tirsnake ku Efrîna dagirkirî hejand.”
Rêxistinê, bang li rêxistinên navneteweyî kir ku mafên zarokan biparêzin û kesên ku van sûcan dikin derbixin pêşberî dadgehê.
Ev bûyer, nîşan dide ku hejmara windabûn û sûcên li dijî zarokan a li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin zêde dibe û her wiha ji bo zêdekirina ewlehiyê û girtina sûcdaran pêdivî hewildanên rayedaran heye.