‘Rewşa Xezayê piştî agirbestê ji dema êrîşan cuda nîn e’
Nivîskar û analîsta siyasî Raniya El-Lûh der barê rewşa şêniyên Xezayê de got: "Rewşa Xezayê piştî agirbestê ji dema êrîşan ne cudatir e. Ji ber ku hêzên Îsraîlê nahêle pêdiviyên jiyanî derbas bibin rewş dijwartir û kûrtir dibe.”

REFÎF ISLÎM
Xeza – Doza Filistînê û rewşa ku Xeza tê de ye, gelek pirsan bi xwe re tîne. Bi taybetî piştî êrîşên hêzên Îsraîlê yên ku salek û sê mehan berdewam kirin, jin û zarok bi kêşeyên mezin, windabûna pêdiviyên xizmetguzarî û kêmbûna alîkariyên mirovî re rûbirû man û heya roja îro jî ev zehmetî berdewam dikin.
Nivîskar û analîsta siyasî Raniya El-Lûh tekez kir ku di nava şer de herî zêde jin û zarok hatine qetilkirin û da zanîn ku hêzên Îsraîlê zarokên Filistînî ji bo siyaset û armancên xwe weke metirsî dibînin loma wan qetil dikin.
'Rewşa niha ji rewşa êrîşan cudatir nîn e'
Raniya El-Lûh di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser rewşa Xezayê û wiha pê de çû: "Rewşa niha li Xezayê diqewime ji rewşa êrîşan ne cudatir e. Tenê agirbest hatiye îlankirin lê pirsgirêk û zehmetiyên gel zêdetir bûne. Ji ber ku ji başûr derbasî bakurê Xezayê bûne, ji gelek xizmetan, bi taybetî ji avê bêpar mane. Gel hêvî dikir ku piştî agirbesta 19'ê Çileyê alîkarî, ji bo paqijkirina cihên hilweşiyayî, peydakirina torên elektrîk û çêkirina xetên avê, xebat werin kirin lê weke her car hêzên Îsraîlê nahêlin tiştek derbasî Xezayê bibe. Di heman demê de bihabûna tiştan jî bandorê li ser rewşa aborî dike, malbat bi kêşeyan re rûbirû dimînin."
'Divê Filistînî girêdana bi axa xwe re nîşan bidin'
Raniya El-Lûh daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump weke şerm nirxand û got: "Daxuyaniyên serokê Amerîkayê ji bo koçberbûna xelkê Filistînê û destdirêjiyê li ser axa wan bike ne di cih de ye û cihê şermê ye. Wê pêşeroj dijwartir be ger gelê Filistînê bi îsrar hebûna xwe li ser axa xwe îsbat neke. Her wiha divê piştevanî bi taybetî ji aliyê Misir, Urdun û Siûdiyê ve bê kirin ku xelkê Filistînê ji cihê xwe koçber nebe. Li hemberî vê biryarê divê gelê Filistînê girêdana xwe bi xaka xwe re nîşan bide. Herî zêde jin û zarok di vî şerî de hatin qetilkirin."
'Piştevaniya Filistîniyan bikin'
Di dawiya gotinên xwe de Raniya El-Lûh tekez kir ku alîkarî ji aliyê hinek saziyan ve ji xelkê Filistînê re hatine şandin lê gelek kêm bûne û got: “Bi taybetî ji bo jinan alîkarî kêm bû. Hêzên Îsraîlê rê nedidan alîkarî derbasî herêmê bibin. Heya niha jî pêdiviya gelê Xezayê bi xwarin, av, derman cihên bi ewle û cereyanê heye. Ji bo ku Xeza ji nû ve bê avakirin, demeke dirêj pêwîst e. Di ser vê de jî jixwe Îsraîl nahêle pêdiviyên ji bo avakirinê jî derbas bibin. Divê piştevaniya gelê Filistînê li Xezayê ji aliyê gelên Ereb ên cîran ve bê kirin, ji bo ku alîkarî derbasî herêmê bibin û neyên koçberkirin."