Rewşa tenduristî ya aktîvîsta Mexribî Nezha Macdî nebaş e
Aktîvîsta Mexribî Nezha Macdî ya li Girtîgeha El Arjat a bajarê Salê tê ragirtin, piştî înfaza 3 meh cezayê girtîgehê, him di aliyê fîzîkî û him jî derûnî de xirabûnek cidî dijî.
Navenda Nûçeyan – Malbata Aktîvîsta Mexribî Nezha Macdî, ragihand ku rewşa tenduristî û derûnî ya Necha Macdî ya li Girtîgeha El Arjat a bajrê Salé tê ragirtin, "xeternak" e. Malbatê, diyar kir ku dema Nezha Macdî diçû Agadirê di çarçoveya înfaza cezayê xwe ya girtîgehê ya 3 mehan hatiye girtin û piştî heftiyek girtina xwe rewşa wê xirabtir bûye.
Malbata endama Koordînasyona Neteweyî ya mamosteyên bi peyman Nezha Macdî, der barê tenduristî û rewşa wê ya derûnî ya li girtîgehê de ji raya giştî re parve kir. Malbatê, destnîşan kir ku rewşa Nezha Macdî "bi awayekî diyarker xirabtir bûye" û hewceyê çavdêriya bijîşkî ya domdar e.
Di daxuyaniya ji aliyê Konseya Koordînasyona Neteweyî ve hate dayîn de, hate diyar kir ku dayika Nezha Macdî tenê carekî serdana keça xwe ya li girtîgehê kiriye. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di dema serdanê de dayikê ragihand ku tenduristiya fîzîkî û derûnî ya keça wê xirabtir bûye û da zanîn rewşa wê ya derûnî mîna "ne aram e" û hewceyê çavdêriya bijîşkî ya domdar e.
Nezha Macdî ya di 18’ê Kanûna 2025’an de bi hinceta înfaza xwe ya 3 meh cezayê girtîgehê hate girtin, bi sûcdariyên têkildarî beşdarbûna xwe ya xwepêşandanên ku ji aliyê koordînasyonê ve di sala 2021’an de hatine organîzekirin de hate mehkûmkirin. Di nava van sûcan de "civîna bêdestûr", "binpêkirina rewşa awarte ya di tenduristiyê de", "heqaretkirina hêza giştî" û "zirardayîna hêzên ewlehiyê ya di dema pêkanîna erkên xwe de” cihdigre.
Bi fikara dê pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên zêde dibin, di şert û mercên girtîgehê de ewlehiya Nezha Macdî bixe xeteriyê, ji aliyê derdorên mafên mirovan û sendîkayan bangên berda Nezha Macdî zêde dibe.