Rêveberiya Xweser: Ruhê li Kobanê geş bû li Tişrînê dewam dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî salvegera 10'emîn a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da û got, "Ruhê li Kobanê geş bû li Tişrînê dewam dike."

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 10'an a serketina berxwedana Kobanê daxuyaniyek weşand.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de diyar kir ku serkeftina berxwedana Kobanê bû sedema bidawîbûna projeyên tundrew li Sûriye, herêmê û cîhanê.

Rêveberiya Xweser bal kişand ser hevgiritna pêkhateyên gelê herêmê di berxwedana Kobanê de û hate gotin: "Berxwedana ku di encama hevgirtina pêkhateyên gelê me de hate bidestxistin rastiya vîna gel û hêza wê ya li hember projeyên qirkirin û tunekirinê îsbat kir. Serkeftina Kobanê serkeftina mirovahiyê bû. Serkeftina vê berxwednê Sûriye û hemû cîhan ji xeterî û tundrewiyê parast. Berxwedana gelê me li Kobanê û tevlêbûna hemû Kurdistanî û enternasyonalîstan ji vê berxwedanê re îsbat kir ku îradeya azad serketinê ava dike."

Rêveberiya Xweser bi vê boneyê şehîd û birîndarên berxwedana Kobanê bi bîr anî û daxuyand ku mîrateya vê berxwedanê îro li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku dixwazin îradeya gel bişkînin, bi ser dikeve.

Rêveberiya Xweser di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku divê destkeftiyên ku bi berxwedana Kobanê û şûnde hatin bidestxistin werin parastin û bang kir "Divê tevahî hêzên nîştimanî yên sûriyeyî û civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe li hemberî xetereyên li ser destketiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bendava Tişrînê bi taybetî bi cih bînin. Berdewama êrişan wê karasetên rasteqîn li ser asta vegera DAIŞ'ê, karasetên mirovî û xetereyên din wekî tevlihevî û şerê bê dawî bi xwe re bînin."

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da: "Berxwedana Kobanê ji bo bihêzkirin û geşkirina berxwedana me ya di hemû astan de dê bingeheke xurt bimîne. Rihê vê berxwedanê li Bendava Tişrînê geş dibe û berdewam dike û serkeftinan bi dest dixe. Em ê bi vî ruhî ber bi pêkanîna hêviyên gelê xwe yên demokrasî û aştiyê ve bimeşin. Em ê bi rihê berxwedana Kobanê herêmên dagirkirî rizgar bikin, dagirkeran derxînin û hemû projeyên hegemonîk têk bibin. Em ê bi xwişk û biradarên xwe yên welatparêz ên sûriyeyî re Sûriyeke bihêz, yekgirtî û demokratîk, ava bikin."