Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zarok tên binçavkirin
Li gorî rapora HRANA’yê, li seranserê Îranê 6 hezar û 495 kes hatin qetilkirin. Li gorî raporê 171 zarok hatin qetilkirin. Çavkaniyên herêmî jî, diyar kirin ku zarok li dibistanan tên binçavkirin.
Îran- Li ser xwepêşdanên 28’ê Kanûnê li Tehranê dest pê kir û li tevahiya welat belav bûn, 41 roj derbas bûn û binpêkirinên rejîmê yên li dijî xwepêşdandêran roj bi roj zêde dibin.
HRANA: 6 hezar û 495 kes hatine qetilkirin
Ajansa Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) di roja 40’emîn a xwepêşandanan de rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan parve kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di êrişên rejîma Îranê yên li dijî xwepêşandêran de herî kêm 6 hezar û 495 kes hatine qetilkirin.
171 zarok hatin qetilkirin
Di raporê de tê diyarkirin ku hejmara bûyeran ya bi giştî wiha ye; li 31 parezgehan, li 210 bajaran û li 675 cihên din xwepêşandan pêk hatin. Di heman demê de hejmara kuştiyan ya bi giştî 6 hezar 941 e. Rapor aşkera dike ku 6 hezar 495 xwepêşander, 171 zarok û 61 sivîlên ku ne xwepêşandêr bûn, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.
109 jin hatin binçavkirin
Rapor destnîşan dike ku 214 leşker û hêzên girêdayî rejîma Îranê jî hatine kuştin. Her wiha 11 hezar û 630 bûyerên hê nehatine zelalkirin, ji bo ku bên zelalkirin, tên lêkolînkirin. Di bûyeran de 11 hezar û 21 kes bi giranî birîndar bûne. Bi giştî 50 hezar û 921 kes hatine girtin, ji vana 109 kes xwendekar in û 207 jî zarok in.
Zaroka otîstîk hate binçavkirin
Dayiyekê, rave kir ku zarokekê wê yê 17 salî roja ezmûnan serê sibê li ber mala wan dîl girtine û bi zorê birine. Malbatekî din, rave kirin ku zarokê wan ê 14 salî hatiye binçavkirin, ji ber vê yekê bi tirs in û muhafizên rejîmê soza “dê nêz de were berdan” dane. Malbatê diyar kir ku zarokê wan otîstîk.
‘Li depo û embaran tên ragirtin’
Her çendî Wezareta Dadê ya Îranê ragihandibû ku zarokên temenên wan di navbera 16-18 salî de li Navendên Islah ên Zarok û Ciwanan tên ragirtin û piştî rewşa wan tê zelalkirin radestî malbetên wan tênkirin, lêbelê malbat û hiqûqnasan dan zanîn ku zarok li derdora Tehranê li depo û embaran tên ragirtin.
‘Zarok di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin’
Malbatekî anî ziman ku keça wan a 16 salî hatiye ragirtin û tu agahî nedane wan û berdêla milyar tumenî de hatiye berdan. Hate zanîn ku piştî berdana keça ciwan, ji ber enfeksîyonê ji ser hişê xwe çûye û niha di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin.
Hinek navên zarokên hatine binçavkirin ev in: "Borhan Sami Kia - Tehran, Parsa Hemmetî - Kirmanşan, Şervîn Bageryan Cebelî - Îsfahan, Seccad Darabî - Îsfahan, Erfan Cevadî (17) - Dehdeşt, Amîr Alî Babayî (17) - Gorgan, Muhammed Ahuranî (17) - Îranşehr, Kesra Gaderbîgî (16) - Asmanabad, Îlam, Muhammed Riza Derzade (15) - Çabahar (beriya binçavkirinê hate birîndarkirin), Azîm Muhammedî (17) - Çabahar, Resul Fethî (13) - Dehgolan, Taha Beluçî (16), kurê Seyyîd Muhammed gundê Serîmîç / Çabahar, Parsa Hemmetî (15) - Kirmanşan, Taha Rahîmî (16) - Arak, Îman Huseynî (17) - Sîrcan, Kirman, Alî Ayvazî (16) - Îze, Zehra Mehdevî (17) - Sebzevar, Ebulfazl Sakî (14) - Îlam, Parmîda Yamanî (16) - Kirman, Ebulfazl Moradî (16) - Fuladşehr, Gazal Ghalandarî (16) - Yasuc, Taha Rizayî (14) - Tebrîz, Mohsen Malî (17), Ebulfazl Aghayî (15), Hamîd Riza Husrevî (14) - Şuşter, Îmad Ghorbanî (xwendekar) - Şuşter, Benyamîn Musevî (17) - Îze, Husam Muhammedî (16) - Îze, Şayver Elborzî (16) - Îze, Sema Davudîfer (16), Taha Han Hubanî (16), Kuruş Heyrî (11) - Loristan, Hestî Kerîmî (16) - Meşhed."