Rejîma Îranê hewl dide dengê rojnamevanên jin bibire

Rojnamevanên jin ên Kirmanşanê, di pişeyên xwe de rastî zextên ku bandorê li jiyana wan a taybet û malbatên wan dike, tên.

NASIM EHMEDÎ

Kirmanşan – Di pergala rêveberiya heyî ya Komara Îslama Îranê de, xebatkarên çapemeniyê bi giştî di binê zext û astengiyên cidî de ne. Ev zext, bi armanca kontrolkirina agahiyan û astengkirina nûçegihaniya azad tên pêkanîn. Lê belê dema mijar dibe rojnamevanên jin, ev zext hê tundtir hem jî tevlîhev dibe. Bi taybetî jî li bajarên wek Kirmanşan, dixwazin rojnamevanên jin bi zextên siyasî, cêhêkariyê û gefên ewlehiyê bêdeng bikin.  

Li Kirmanşanê gelek rojnamevan, ji ber ku bal kişandine ser mijarên wek mafê jinan, tundiya di nava malê de û çalakiyên çandî, bi caran ji bo îfadeyê hatine gazîkirin û rastî lêpirsînên ne fermî hatine, gefa ji kar derxistin û girtinê li wan hatiye xwarin. Hinek jê neçar mane navê veşartî bikar bînin, hinekan jî bi temamî dest ji rojnamevantiyê berdan.

Di salên dawî de gelek xebatkarên çapemeniyê, ji ber gefa hikûmetê û tacîzan neçar man terka welat bidin. Yek ji rêbazên rejîmê yên ji holê rakirina rojnamevanan a bi awayek fizîkî, hewldana koçkirina bi darê zorê ya ji bo bajarên din an jî derveyî welat e.

Zext tenê ne li kesan, li malbatan jî tê kirin

Zextên ku tên pêkanîn ne tenê ji bo rojnamevan e, malbatê jî dike hedef. Ferdên malbatê dem dem rastî binçavkirin, lêpirsîn û gefan tên. Rêxistina Parastina Azadiya Çapemeniyê (DEFFI) di rapora xwe ya 2024’an de derbarê zextên li dijî rojnamevanên li Îranê de daneyên balkêş parve kir.

Rapora 2024’an: Zexta darazê her ku diçe zêde dibe

Li gorî raporê, di sala 2024’an de 256 rojnamevan û saziyên medyayê, rastî mudaxeleya darazê hatin. Derbarê rojnamevanan de bi giştî nêzî 70 sal cezayê girtîgehê û 110 cezayê qamçiyê hate dayîn. Tawanbariya herî berbiçav ‘belavkirina nûçeyên derew’ bû.

Di salên dawî de, rojnamevanên jin ên wek Elahe Mihemmedî, Nîlûfer Hamedî, Pexşan Ezîzî, Saba Azerpik û Kîmya Fehtîzade, ji ber sûcê ‘nûçeyên derew’ rastî cezayên girtîgehê yên dirêj, cezayê pere û heta gefa darvekirinê hatin.

Herî dawî hêzên ewlehiyê bi ser mala amadekara podcast ya ‘radyo Marz’ Merziye Resûlî de girt, têkildarî sedemê wê tu agahiyek nehate parvekirin.

Li gorî rapora 2024’an a Rojnamevanên Sînornenas (RFS), Îran di nava 180 welatan de di hêla azadiya çapemeniyê de di rêza 176’an de cih digre. Ev rewş asta krîza azadiya îfadeyê li welat radixwe ber çavan.      

Pênûsên qedexe û bêdengiya mecbûrî

Rojnamevana Kirmanşanê Şelir H. yek ji kesên ku ji ber sûcê ‘belavkirina nûçeyên derew’ di sala 2019’an de xebata wê hatî qedexekirin e. Şelir wiha dibêje: “Piştî wê biryarê jiyana min bi temamî hate guhertin. Ne tenê ez, malbata min jî kete bin zextê. Telefonên xilas nebûyî, bangkirina îfadeyên bê wate, gefên eşkere û veşartî... êdî hatim asteke nenivîsandinê. Her cara ku min pênûs digirt destê xwe, ev deng tê aqlê min; ‘Ger binivîsî, wê çi were serê dayîka te û xwişk û birayên te?’ ev tirs wek siyekê li pey mine. Ez bêdeng im, lê belê ev bêdengî ne bi dilxwazî ye, mecbûriyet e. Ji ber ku rejîm min bi zirar dayîna hezkiriyên min, bêdeng dike.”

Rejîma Îranê ne tenê rasterast rojnamevanan dike hedef, malbatên wan jî dikin bin zextê û hewl didin nûçegihaniyê bêdeng bikin. Ev stratejî, ji bo avakirina tirsa civakî û zexta psîkolojîk bi awayek sîstematîk pêk tîne.

Sirgûnî û gefa bi malbatê

Rojnamevana berê ya Kirmanşanê Şîrîn Ehmedî, beriya 15 salan ji ber zextên rejîmê welat terikandiye. Şîrîn da zanîn ku bi salan bi lêpirsîn û gefan jiyaye û wiha domand: “Di dawiyê de min terka welat da. Lê belê zextên ser malbata min xilas nebûn. Bi caran bi telefonê li min geriyan, li ser xetê dengê mêrek ku ez nas nakim digot; ‘Malbata te mêvanê me ne, divê em xebatên te biaxivin.’ Ji bo zirar neghîje wan, ez bêdeng bûm. Niha ev bi salan e min tiştek ne nivîsandiye.”

Ceribandina Şîrîn û jinên din ên rojnamevan, nîşan dide ku zexta rejîma Îranê sînorên welat jî derbas kiriye. Rejîm rojnamevanên derveyî welat jî bi rêya êrîşên sîber û tacîza dijîtal bêdeng dike.

Li dijî rojnamevanên jin, tundiya onlîne

Li gorî daneyên UNESCO’yê, li seranserê dinyayê zêdeyî ji sedî 70 rojnamevan, rastî gef û tacîza onlîne tên.

Di encama lêkolîna nêzî bi 900 rojnamevanan re hatî kirin de, hate tesbîtkirin ku jin li gorî hevpîşeyên xwe yên mêr gelek zêdetir rastî tundiya sîber tên.  

Li Îranê rojnamevanên jin, ji aliyê hesabên bi desteka rejîmê ve, bi awayek sîstematîk rastî êrîşên onlîne tên.

Rojnamevana berê Fernaz Q, di protestoyên 2019’an de hate girtin, piştî ku ji girtîgehê derket tiştên jiyaye wiha anî ziman: “Piştî ku hatim berdan, derbarê min de di malperek înternetê de nûçeyek nexweş derxistin. Digotin ku girtina min ‘ji ber ku min xwestiye bi hezkiriyê re birevim derveyî welat’ bûye. Ji xwe ez zewicîbûm, zarokek min hebû. Piştre her roj di hesabên medyaya dijîtal de peyamên nexweş û gef û bedenê min dikir hedef, dihat. Lê belê min dizanibû ku armanca wan bêdengkirina min bû.”

Bêdengkirina rojnamevanên jin, berdewamiya polîtîkayên zextê yên rejîma Îranê ya li dijî jinan bû. Rejîm ji ber ku rojnamevanên jin hem dibe dengê jinan û hem jî lêpirsînkirina sazumaniya mêr dike, ditirse.

Rojnamevanên jin: Qaqibokirina sazumaniya mêrê serwer e

Xwendekara Civaknasî Sara Menşî sedemê van zextan wiha tîne ziman: “Zexta li dijî rojnamevanên jin, ji bo kontrolakirina vegotinên civakê ya desthilata mêrê serwer e. Rojnamevanên jin ne tenê dengek rexnegir in, di heman demê de qaqibokirina sazumaniya zayendiya civakî ya niha ye. Ji bo rejîmê ev jin gefek du alî ye. Hem wek nûçegihan pergalê lêpirsîn dike, hem jî rolên kevneperest red dike.”

Bêdengiya bi zorê tê ferzkirin, ne mayînde ye

Çîroka Şîrîn, Fernaz û bi sedan jinên rojnamevan, ne tenê trajediyek şexsî ye, olana dûrxistina jinan a ji qadên civakî ya bi awayek sîstematîk e jî.

Lê belê tevî hewldanên zext, gef û bêdengkirinê, dengê jinan ê ku ji bo azadî û heqîqetê dinvîse, wê helbet cardin bilind bibe.

Bêdengiya ku bi zorê tê ferzkirin ne mayînde ye, çîrokên hatin bêdengkirin, wê helbet rojekê deng vedin.