Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê bîra Helebceyê bibe hêza yekitiya me

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li ser salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da û got: “Ji bo parastina hebûna gelê Kurd, rûmet û azadiya wî, bîra Halepçeyê divê bibe hêza herî mezin a têkoşîna me û yekîtiya me.”

Navenda Nûçeyan – Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di hesabên xwe yên medyayê dijîtal de daxuyaniyek li ser salvegera Komkujiya Helebceyê weşand. Di daxuyanîyê de dibêje Komkujiya Halebceyê nayê jibîrkirin.

Daxuyanî wisa ye:

“Di 16ê Adara 1988’an de, li bajarê Helebceyê yê Başûrê Kurdistanê, rejîma Baas a Iraqê bi fermana Saddam Huseyn êrîşek hovane li ser gelê me kir û di vê êrîşê de çekê kîmyewî bi kar anîn. Di vê komkujiyê de, ku piraniya kesên hatin kuştin jin, zarok, kal û pîr bûn, hezarên kesan di nav çend demjimêran de hatin kuştin. Li gorî texmînên giştî û lêkolînên navneteweyî, nêzîkî 5 hezar kes şehîd bûn û deh hezarên din jî birîndar bûn an jî bi êş û nexweşiyên demdirêj re rû bi rû man.

‘Şerma herê mezin yê mirovahiyê ye’

Ev êrîş di çarçoveya Enfalê de hat kirin û di dîrokê de yêk ji êrişên herê reş û şerm yê mirovahiyê tê qebul kirin. Enfal wekî jenosîdek tê nasîn ku tê de deh hezar sivîlên Kurd hatin tunekirin, sedan gund hatin wêran kirin û komkujiyên sîstematîk hatin kirin. Helebce tenê trajediyeke herêmî nebû; her weha bîreke hêzdar a êşa gelê Kurd û wêranbûna giran a ku wî jiyaye ye. Di heman demê de, ew hişyariyek xurt e li dijî siyaseta tunekirin û imhayê. Dinyayê di wê demê de gelek caran bêdeng maye, lê îro divê em vê yekê jibîr nekin û destûr nedin ku were jibîrkirin.

Em Helebceyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember şehîdên wê di tewînin. Ji bo parastina hebûna gelê Kurd, rûmet û azadiya wî, bîra Halebceyê divê bibe hêza herî mezin a têkoşîna me û yekîtiya me.”