Li Îranê teqînên li pey hev: Windahiyên canî giha 1351’an

Li gel domandina êrîşên hewayî li dijî Îranê û li pey hev li bajarên cûda dengê teqînan, windahiyên canî giha hezar û 351’an. Tenê duh herî kêm 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 31 sivîl birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên hewayî yên hevbeş ên Îsraîl-DYE li dijî bajarên cuda yên Îranê didome. Ji serê sibehê ve li bajarên Şîraz, Tehran, Bender Ebas, Xuremşehr, Kerec, Qezvîn, Hemedan, Tebrîz, Esfehan, Kirmanşan û Mehabadê dengê teqînên bibandor tê bihîstin.

Heta niha têkildarî windahiyên canî û ziraran daneyek net nehate parvekirin. Lê belê li gorî rapora bîlançoya 24 saetan ku Ajansa Nûçeyan a HRANA ku duh parve kirî, ji saetên destpêkê ya rojê heta şevê herî kêm 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 31 sivîl birîndar bûn.

Li gorî raporê, roja Duşemê, herî kêm 243 êrîş li 17 parêzgehên welêt hatine qeydkirin û di encama van êrîşan de bi giştî 66 kesan jiyana xwe ji dest dan an jî birîndar bûne.

Hezar û 351 kesan jiyana xwe ji dest dane

Dane nîşan didin ku ji destpêka şer ji 28’ê Adarê heta niha hezar û 351 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, hê nayê zanîn bê ka 622 ji wan leşkerin an sivîlin. Her wiha hate diyarkirin ku di heman demê de herî kêm hezar û 126 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha êrîşên Îranê li ser welatên wek Erebistana Siûdî, Qeter, Yekîtiya Emirtiyên Ereb, Urdun, Kuweyt û Îsraîlê, didomin. Ev êrîş ji derveyî xisarên madî bû sedemê mirina sivîl û birîndarbûna wan.

Duh, Ofîsa Medyayê ya Ebû Dabî ragihand ku piştî astegkirina fuzeyek balistîk, di encama ketina parçeyên şarapnelê li herêma Banî Yas,  kesekê jiyana xwe ji dest da.