SOHR: 51 jin û 80 zarok hatine qetilkirin
SOHR diyar kir ku ji destpêka îsal ve bi kêmanî 51 jin û 80 zarok li herêmên cûda yên Sûriyeyê hatine qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Di nava têkçûna ewlehiyê de li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, ji serê salê heta niha gelek sivîl di nav de jin û zarok ji ber şer, êrîş, teqînên mayînan û bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka îsal ve bi kêmanî 51 jin û 80 zarok li herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine qetilkirin.
SOHR'ê diyar kir ku sedema van kuştinan, teqandina ketober a çekan, teqînên mayîn û bermahiyên şer û êriş in.
Li gorî heman çavkaniyê, di Çileyê de 33 jin û 39 zarok ji ber teqandina ketober a çekan, bermahiyên şer, kuştinên ji ber nasnameyên mezhebî, gulebebarankirin, mayîn, bombe û dronên Tirkiyeyê hatine kuştin. Di Sibatê de 15 jin û 28 zarok hatine qetilkirin, piranî jî ji ber teqînên bermahiyên şer in. Di Adarê de 3 jin û 13 zarok, ji ber teqînên bermahiyên şer, sûcên edlî û felaketên xwezayî hatine kuştin.