Rejîma Îranê 6 sal ceza li çalakvana mafên zarokan birî

Nehalê Şehîdî Yezdî ku welatiyek Behayî û çalakvana mafên zarokan a li Kerajê dijî, para xwe ji zilma daraza rejîma Îranê girt. Dadgeha Şoreşê ya Kermanê ji Nehalê re ragihand ku 6 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê zilma darazê ya li ser çalakvanên mafên jinan, zarokan û bi giştî mafên mirovan, didomîne. Niha jî, çalakvana mafên zarokan Nehalê Şehîdî Yezdî ku welatiyek Behayî ya li Kerajê dijî ye, para xwe ji vê zilma girt. Ofîsa Pêkanînê ya Dadgeha Şoreşê ya Kermanê, ji Nehalê re nivîsek şand û ragihand ku 6 sal cezayê lê hatiye birîn. Dadgehê got ku divê Nehalê di 2 Hezîranê de li ber destê saziya dadwerî ya têkildar amade be ku cezayê xwe bikşîne.

Ji ber çalakiyên xwe yên sivîl hat cezakirin

Nehalê Şehîdî Yezdî, berê ji ber çalakiyên xwe yên sivîl û civakî rastî zextên dadwerî hatiye. Di dosyaya wê de, dîroka binçavkirin û cezakirinê cih digre. Li gorî çavkaniyên agahdar, çalakiyên wê bi giranî li ser mafên zarokan û pirsgirêkên civakî ne, lê belê, ev çalakî di salên dawî de rastî gelek sînorkirin û zordariya dadwerî hatine.

Berdewamiya zextên li ser welatiyên Behayî

Di salên dawî de gelek rapor derbarê zextên dadwerî û ewlehiyê yên li Îranê li ser welatiyên Behayî didomin de hatine weşandin. Çalakvanên mafên mirovan vê pêvajoyê mîna beşek ji berfirehbûna zextên li ser kêmneteweyên olî û çalakvanên civaka sivîl yên li welat tên meşandin dibînin. Li gorî wan, ev pêvajo bi cezayên dijwar, girtin û sînordarkirinên civakî re tê.

Piştî 6 sal cezayê zîndanê yê ku li Nehalê Şehîdî Yezdî hatiye birîn, parêzvanên mafên mirovan careke din bal kişandin ser rewşa welatiyên Behayî û çalakvanên civaka sivîl ên li Îranê. Ev rewş, tevî rexneyên berfireh ên rêxistinên mafên mirovan û fikarên li ser binpêkirina mafên sivîl, hîn jî di rojevê de ye.