‘Rêber Apo me ji tarîtiyê derxist ronahiyê’
Endama Komîteya Lihevkirinê ya Mala Jin a Girkê Legê Esma Murad da zanîn ku bi zanîna felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew hînî têkoşînê bûne, fam kirine ku heta jin azad nebin civak jî azad nabe dest bi têkoşîna xwe kirine.
ZEYNEB ÎSA
Girkê Legê – Di dema rejîma Baasê de mafên jinan hema bibêje tunebûn lê, jinan têkoşîna xwe bi awayekî veşartî û bi biryardarî berdewam dikirin. Dengê jinan ji qada giştî de tunebû ji bo parastina rûmet û wekheviyê jin bi aweyekî hişyar û wêrek dixebitîn.
Lê bi destpêkirina Şoreşa Rojava re rewş bi awayekî radîkal guherî. Jin êdî ne tenê daxwaza mafên xwe dikin, pêşengiya projeyeke civakî û siyasî dikin ku rola wan di civakê de ji nû ve diyar kir. Îro 8’ê Adarê êdî ne tenê bûyerek sembolîk e, qonaxek girîng e ji bo nûkirina soza parastina destkeftiyên şoreşê jin stûna sereke bûn.
Endama Komîteya Lihevkirinê ya Mala Jin Esma Murd ji ajansa me re axivî da zanîn ku ew birçiyê têkoşîna jinan û mafên wê bûn. Lê bi naskirina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku jin azad nebin civak azad nabe dest bi têkoşîna xwe ya salên dirêj kirin û di roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de soza parastina destkeftiyên şoreşê nû dikin.
‘Em tî û birçiyên azadî û têkoşînê bûn’
Esma Murad diyar kir ku piştî naskirina tevgera azadiya Kurdistanê, bi awayekî veşartî dest bi xebatên cewherî kirine û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di sala 1988’an de bi naskirina tevgera azadiya Kurdistanê re di destpêkê de me zêde baweriya xwe bi tevgerê neanî ji ber me fikir û felsefeya Rêber Apo baş nas nekiribû. Beriya zanîna felsefeya Rêber Apo bi hezaran salan jin rastî zilm û zorê hatin û ji mafên xwe yên rewa hatin dûrxistin. Her wiha malbat û mêran li ser jinan hukum dikirin lê piştî zanîna felsefeya Rêber Apo jinan ji nû ve xwe nas kir, me gavên ber bi pêşve avêt û dest bi xebatên cebhewî kir. Dema ku me dest bi xebatê kir me hîs kir ku em tî û birçiyên azadî û têkoşînê ne ji dil û can me dest bi têkoşîna xwe kir.”
‘Ruxmî zehmetiyan me 8’ê Adarê pîroz dikir’
Esma Murad da zanîn ku rejîma baasê dema dibihîst roja 8’ê Adarê pîroz kirine wan dîl digirt û der barê wan de lêpirsîn vedikir û wiha berdewam kir: “Ez bang li hemû jinên cîhanê dikim felsefeya Rêber Apo bişopînin. Ji ber ku bi sedan rêberên şoreşa hebûn mafên tu jinan nediparastin lê Rêber Apo ji bo azadiya jinan û gelên bindest têkoşîneke mezin da meşandin. Ji bo wê em bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve hatin girêdan, me şopa Rêberê xwe meşand û ji bo azadiyê me dest bi têkoşînê kir.”
‘Di 8’ê Adarê de em ê soza asta bilindikirina têkoşîna xwe nû bikin’
Esma Murad diyar kir bi perwerdeyê îsrar û îradeya wan ji bo têkoşînê zêde dibe, di 8’ê Adarê de dê soza bilindkirina têkoşîna xwe nû bikin û wiha bi dawî kir: “Di wê demê de me gelek çalakiyên ji bo rêxistinkirina kesayet û kar û xebatên xwe li dar dixist. Me gelek perwerde didîtin wê demê em nêzê 15 jin kom dibûn û pirtûk ji me re ji akademiya Mehsum Korkmaz dihatin da ku em bixwînin û perwerde bibin. Bi wan çalakiyan û perwerdeyan her roj îsrar û îradeya me zêdetir dibû da ku em têkoşîna xwe li hemberî desthilatdaran xurtir bikin û em bûn şagirtên Rêber Apo. Piştî kar û xebatan çawa me her sal Newroza xwe pîroz dikir êdî 8’ê Adarê jî me pîroz dikir di bin çi şert û mercan de bûya. Piştî Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan dest pê kir me li ber xwe da, ji ber ku em bi hesreta azadiyê bûn. Îro rojên dîrokî ne em ji tarîtiyê derketin ronahiyê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em ê heta dawiyê şopdarên riya Rêberê xwe bin û têbikoşin heta em mafên xwe bi dest bixin û Rêberê xwe azad bikin.