Di 8’ê Adarê de Mexrîb banga wekhevî û parastina qezencên jinan dike
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, komeleya Mexribî "Free Hands" banga parastina destkeftiyên mafên jinan û lezandina reformên qanûnî û civakî yên ku piştgiriya wekhevî û edaletê dikin, kir.
Mexrib – Ji ber zêdebûna krîzên mirovî û pevçûnên çekdarî li gelek herêmên cîhanê, raporên navneteweyî eşkere dikin ku jin û zarokên keç herî zêde ji encamên van aloziyan zirar dibînin, çi ji aliyê hedefgirtina rasterast ve an jî windakirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê ve be.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, komeleya " Free Hands " an “Destên Azad” a Mexribî duh daxuyaniyek da. Komeleyê bang li parastina destkeftiyên mafên jinan û lezandina reformên yasayî û civakî yên ku piştgiriyê didin rêya wekhevî û edaletê, kir.
Di daxuyaniya ku bi dirûşmeya "Ji bo parastina destkeftiyên jinan û pêşvebirina wekhevî û edaletê" hat weşandin de, komeleyê ragihand ku pîrozbahiya îsal di çarçoveyek navneteweyî ya aloz de ku tê de şer û pevçûn zêde dibin û krîzên mirovî û jîngehê xerabtir dibin de pêk tê û got: “Şert û mercên ku jin û keç li deverên cûda yên cîhanê encamên herî mezin dikşînin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewşa mirovî ya karesatbar a ku gelê Filistînê, bi taybetî li Şerîda Xezayê dijî, bi kuştin, koçberiya berfireh û xirabûna pêdiviyên jiyanê yên bingehîn xwe nîşan daye. Her wiha ji bilî rewşên trajîk ên ku jinên li Sûdanê di bin şerê berdewam de rastî wan tên, di nav de tundiya cinsî, koçberiya bi darê zorê û hilweşîna xizmetên tenduristiyê hene.
Pirsgirêkên li Mexribê rû didin
Di asta neteweyî de, daxuyaniyê tekez kir ku 8’ê Adarê divê ji karakterê xwe yê pîrozbahiyê wêdetir biçe û bibe fersendek ji bo pirsîna rastiya jinan li Mexrîbê, bi taybetî ji ber ku valahiya berdewam di navbera metnên qanûnî û rastiya jiyanî de heye. Tevî pêşketinên ku di 10 salên borî de di asta qanûnî û sazûmanî de hatine bidestxistin jî, komele bawer dike ku hejmarek reformên bingehîn hê jî dereng mane û di nav de reforma pêşbînîkirî ya Qanûna Malbatê ya Mexrîbê heye.
Daxuyaniyê diyar kir ku Qanûna 103.13 ya têkildarî têkoşîna li dijî tundjiya li dijî jinan hîn jî têr nake ku parastinek tevahî ji bo jinan peyda bike. Komeleyê got ji ber ku tundjî di formên wê yên cûrbecûr de, di nav de tundiya dîjîtal û tundiya siyasî, berdewam dike.
Pirsgirêkên Aborî û Civakî
Komeleyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pirsgirêkên aborî û civakî yên berdewam ên ku jin pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî beşdariya wan a qels di bazara kar de, ku rêjeyek mezin ji wan li derveyî çalakiyên aborî dimînin, ji bilî barên giran ên karên malê yên bêpere. Di ronahiya entegrasyona sînorkirî ya nêzîkatiya zayendî di polîtîkayên giştî de, taybetî di dema krîzên aborî û karesatên xwezayî de, bal kişand ser rewşa nebaş a gelek jinan, nemaze yên ku ji mêrê xwe veqetiyane, jinebî û dayîkên ku berpirsyariya xwedîderketina malbatên xwe hildigirin.
Banga ji bo Reformê
Komeleyê daxwaza lezandina reformên yasayî kir da ku piştrast bibe ku qanûnên neteweyî bi erkên navneteweyî yên mafên mirovan re, bi taybetî Peymana li ser Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan (CEDAW) re li hev tên. Her wiha daxwaz kir ku reformên Qanûna Malbatê bi lez werin bicîhanîn da ku edalet û wekhevî di nav malbatê de were bicihkirin, çarçoveya yasayî ya ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan were nirxandin, Desteya Wekheviyê û Têkoşîna li dijî Hemû Cureyên Cudakariyê were aktîfkirin û polîtîkayên aborî û civakî yên wekhevtir werin pejirandin ku entegrasyona bi bandor a jinan di çerxa aborî de mîsoger bikin.
Parastina mafên jinan beşek yekgirtî ya têkoşîna gerdûnî ye
Di dawiyê de, komeleyê hevgirtina xwe bi jinên qurbaniyên şer, pevçûn û karesatên mirovî û bi berxwedana jinan li Filistîn, Sûdan û deverên din ên krîzê re diyar kir. Wê piştrast kir ku parastina mafên jinan beşek yekgirtî ya têkoşîna gerdûnî ya ji bo rûmet û edaletê ya mirovan e.