Jin xwedî hêza çêker in
Endamên çand û hunerê yên Desteya Çandê û Hunera Hîlala Zêrîn li ser girîngiya têkoşîna jinan û hêza wan a çêker gotin ku ew ê destkeftiyên jinan biparêzin û azadiya wan misoger bikin.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê di encama ked, têkoşîn û berxwedana jinan de ava bû. Ev roj ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye. Roja bîranîna jinên têkoşer û berxwedêran e di heman demê de. Êdî ruh, fikir û têkoşeriya jinan gerdûnî bûye lewre di roja me ya îro de li her devera cîhanê jin ji bo azadiya xwe û jiyana xwe di nava têkoşînê de ne. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê endamên çand û hunerê nirxandin kirin.
Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firya Çolê 8’ê Adarê li giyanê Jîna Emînî pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Meha Adarê, meha serhildan û berxwedanê ye ji bo gelê Kurd. Weke gelê Kurd ev meh ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku di vê mehê de me li hemberî zulm û zordariyê serî rakiriye. Bi çand, huner, nasname, cil û bergên xwe me hebûna xwe parastiye.”
‘Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bi ser bikevin’
Firya Çolê bal kişand ser feraset û hişmendiya felsefeya Jin Jiyan Azadî û wiha domand: “Bi hişmendî û feraseta Jin Jiyan Azadî em ê deskeftiyên Şoreşa Jinan biparêzin. Em ê bi fikir û keziyên jinên berxwedêr têkoşîna xwe berz bikin.
‘Pêwist e jin di her qada jiyanê de xwe bi rêxistin bikin’
Endama desteya Çandê Nesma Ilyas beriya dest bi gotinên xwe bike 8’ê Adarê li tevahî jinên têkoşer û jinên di çeperan de ji bo azadiyê şer dikin pîroz kir. Nesma Ilyas got: “Ez bi hêvî me ku jin di tevahî qadên jiyanê de xwe bi rêxistin bikin û asta têkoşîna xwe bilind bikin. Her wiha weke jinên Rojava em ê bi têkoşîna xwe di destûra Sûriyeyê de mafên xwe misoger bikin”
‘Meha Adarê meha serhildanê ye’
Endama desteya Çandê Canda Esed jî 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kîr û got: “Gelek serhildanên Kurdan di meha Adarê de çêbûne. Lewre ev meh ji bo Kurdan jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji bo ku em xwedî li dîroka xwe û mafên xwe yên mirovî derbikevin pêwist e tevahî jinên Kurd û jinên cîhanê destkeftiyên jinên têkoşer û berxwedêr bi dest xistine biparêzin.”
‘Ev sal wê bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo’
Ji rêveberiya Hîlala Zêrîn a Kantona Qamişlo Guneyî Mistefa di serî de 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz kir û bal kîşand ser azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Hêza ku jinên Kurd ava kiriye îro li seranserê cîhanê dibe hêz, hêvî ji tevahî jinan re. Ev hêz û baweriya jinên Kurd jî çavkaniya xwe ji hêza Rêber Apo digre. Lewre ez di wê hêviyê de me ku em îsal bikin sala azadiya fizikî ya Rêber Apo.”