Rêber Abdullah Ocelan: Salih Muslim êdî nemir e hêzeke rasteqîn e
Rêber Gelê Kurd, Rêber Abdullah Ocelan ji bo endamê Desteya Heverokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Salih Muslim peyama sersaxiyê da.
Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim ku di 11’ê Adarê de ji ber nexweşiya gurçikê li Hewlêrê tedawî dibû û tevlî karwana nemiran bû, peyamek sersaxiyê şand.
Peyama ku ji merasîma cenaze ya li Qamişloyê re hat şandin wiha ye:
"Dema ku hevrê Salih Muslim ji vê cîhanê koç kir. Min vê êvarê wefata hevrê Salih Muslim ê dilovan bihîst. Heta serê sibehê min hewl da wî û têkoşîna wî bi bîr bînim. Bêguman ji bo kurên wî, ji bo xizmên wî û ji bo hevriyên wî hıemûyan ew êdî nemir e. Ji bo gel û welatê xwe, li gorî pêwistiyê jiya û nemir bû.
Welatparêzekî rasteqîn ê xaka Sûriyeyê bû. Bi Kurdan re Kurdek, bi Ereban re dostekî qewîn, bi Tirkan re jî birayekî cewherî bû. Ji xwe re kiribû parçeyeke jiyanê ku bi Asûrî, Ermenî, Çerkes, bi her qewm, ol û mezheban re têgihîştî û hurmeteke humanîst ava bike.
Ew ji bo min her dem cihê baweriyê bû li Rojava, wê her dem bi vî rengî bimîne. Ez wî weke birayê cêwî yê Sirri Sureyya Onder dibînim ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de me ew ji dest da. Li ser vê bingehê wê hem ji bo têkoşîna me hem jî ji bo aştiya me bibe stêrkek ku tu carî venemire.
Şehadeta Salih Muslim windahiyek nîn e. Berevajî wê weke hêzeke rasteqîn gelê me, gelan, dostan û hevriyan dê her dem xurt bike.
Abdullah OCALAN
12’ê Adara 2026’an
Îmrali”