Rapora NY: Divê lêpirsîn li ser revandina jin û keçên li Sûriyeyê bê kirin
Di rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser revandina jin û keçan a li Sûriyeyê de, hat xwestin ku tavilê lêpirsînek li ser vê mijarê bê kirin û kêmnetew bên parastin.

Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî (NY) raporek li ser jin û keçên ku li Sûriyeyê hatine revandin, weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku ji Adara 2025’an vir ve 38 jin û keçên Elewî li herêmên cûrbecûr ên wek Lazkiye, Tartûs, Hema, Hums, Şam û Helebê hatine revandin. Hat destnîşankirin ku keç û jinên temenê wan di navbera 3 û 40 salî de, bi piranî di nava rojê de dema ku diçûn dibistanê, serdana xizmên xwe dikirin, an jî ji bo demek kurt ji malên xwe derdiketin, hatine revandin.
Gef li malbatan hatine xwarin da ku bêdeng bin
Di raporê de hat gotin ku piştî revandinê, piraniya malbatan rastî gefê hatine û rê li ber axaftina bi raya giştî an jî destpêkirina lêpirsînên fermî hatine girtin. Rapora NY’yê rewşên keçên ku bi zorê hatine zewicandin jî dihewîne. Di raporê de tê diyarkirin ku hin qurbanî di dîlgirtinê de hatine tevizandin û rastî êrîşa fîzîkî hatine. Di raporê de hat destnîşankirin ku li dijî jinên Elewî kampanyayeke sîstematîk, li ser bingeha zayendî û hedefgirtî tê meşandin. Hat gotin ku vê rewşê ne tenê travmaya ku qurbanî û xizmên wan dijîn kûrtir kiriye, di heman demê de bêcezatiyê jî zêde kiriye.
‘Bila lêkolîn darizandin û cezakirin pêk bê’
Raporê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi tundî rexne kir û diyar kir ku di warê revandinê de lêpirsînên demkî pêk neaniye û di hin rewşan de, giliyên malbatan jî nehatine tomarkirin. Her wiha banga bidawîanîna tundiyê û vegerandina baweriyê bi pergala edaletê kir. Her wiha ji hikûmetê re hate bibîrxistin ku erkê xwe yê lêgerîna kesên winda heye. Hat xwestin ku lêpirsînên bilez, berfireh, serbixwe û bêalî li ser îdiayan bike, sûcdaran tespît bike û bidarizandinê û ewlehî û rehabîlîtasyona kesên rizgarbûyî mîsoger bike.
Banga ‘Kêmnetewan biparêzin’
Raporê her wiha bal kişand ser rewşa Suweydayê ku bi dehan sivîlên Durzî ji aliyê çekdarên nenas ve hatin qetilkirin û banga parastina van civakan kir.