‘Qetlîamên li Sûriyeyê fikaran ava dike’
Li Sûriyeyê, di demên dawî de bi taybetî li herêmên di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam a cîhadîst de êrîşên tundiyê zêde dibe û pisporan balê dikişînin li ser metirsiya ku welat bikeve nav kaosek berfirehtir.
Navenda Nûçeyan – Di rojên dawî de li deverên cûda yên Sûriyeyê bûyerên tundî û êrîşên tolhildanê zêde dibe. Bûyerên ku bi taybetî li herêmên di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam a cîhadîst de tên jiyîn, xwedî potansiyela ku welat ber bi kaosek nayê kontrolkirin re bibe ye.
Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di daxuyaniya xwe de diyar kir ku valahiya ewlehiyê û hawirdora tundiyê ya li welat zêde dibe, qetlîam û êrîşên tolhildanê yên bi sedan sivîlan hedef digre, belav bûye. Binpêkirinên bivî awayî, mîna yek ji pirsgirêkên herî girîng ên piştî hilweşîna rejîma berê eşkere dibe, derdikeve pêş. SOHR’ê, destnîşan kir ku gelek gelê Sûriyeyê yên ji komên temenên cûda hatine tomar kirin û di piraniya bûyaran de tundiya li ser bingeha mezhebî bi awayî girîngî zêde bûye.
Hezar û 313 Sûriyeyî hatin qetilkirin
Daneyan, eşkere dikin ku ev binpêkirinan ne tenê bi erdnîgariyek sînorkirî ve sînordar nîne, li piraniya bajaran belav bûne. Li gorî rapora mehane ya SOHR’ê, sûcên domdar ên ji dawiya sala borî heta nîvê meha Mijdara 2025’an, kûrahiya kaosa ewlehiyê û belavbûna operasyonên tasfiyeyê yên li derveyî çavdêriya qanûnî, nîşan dide. SOHR’ê ragihand ku hejmara mirovên ku di sûcên mezhebî û operasyonên tesfiyeyê yên ji hilweşîna rejîma berê ya Sûriyeyê û heta 18’ê Mijdarê de hatine qetilkirin bû hezar û 313 kes û di nava wan de jin, zarok û mêr cihdigrin.
Banga tedbîrên lezgin
SOHR’ê diyar kir ku windabûnên di êrîşan de hatine jiyîn, gihîşt astên metirsîdar û bang li rayedarên herêmî û navneteweyî kir ku tedbîrên lezgîn bigrin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku parastina sivîlan pêwîstiyek lezgîn e û hişyarî hate kirin ku ger tedbîr neyên girtin dê binpêkirin zêde bibin. SOHR’ê diyar kir ku berdewamiya binpêkirinên li ser bingeha mezhebî, wê Sûriyeyê bixe nav pêlek tundî û kaosê ya berfirehtir û hewldanên ji nû ve mîsogerkirina aramiyê têk bibe. Her wiha hate destnîşan kirin ku avakirina lêpirsînên serbixwe û zelal a der barê sûcan tên pêkanîn de û hesabdayîna kesên berpirsiyar a bêyî ferqa pozîsyon an jî aîdiyetê, şert e. bêrovajî vê yekê, wê rewşa ewlehî û mirovî dê hêj zêdetir xirab bibe.