Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê, ji mafê tedawiyê bi awayek sîstematîk bêpar tê hiştin. Pispor û rêxistinên mafên mirovan banga lezgîn a mudaxeleya lezgîn û berdana bê şert dubare dikin.
Navenda Nûçeyan- Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan tevî ku rewşa wê ya tendirustiyê nebaş e, hê mafê wê yên tedawîkirinê tê astengkirin.
Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, Zeyneb Celaliyan îsal emeliyatek derbas kiriye, bi kelepçe bi masayê emelyatê ve girê dane. Piştî 24 saetan emeliyatê, bê ku tedawiya Celaliyan dawî bibe wê vegerandine girtîgeha Yezdê.
Li gorî heman çavkaniyê ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê ya pêwîst, nebûna xurek û bê dermaniyê, rewşa Zeyneb ya tenduristiyê nebaşe. Tevî xwînhatin, êşên giran û bê xwînî û ultrasona acîl a bijîşkan û daxaza MR, rayedarên girtîgehê bi hinceta reçeteya bijîşk winda bûye sewqiyata wê asteng kirin.
Di mehên dawî de rêxistinên mafê mirovan û raportarêm taybet a NY, derbarê rewşa nebaş a Zeyneb Celaliyan de bi caran hişyarî dan û xwestin were dermankirin û bê şert were berdan. Zeyneb Celaliyan di nameyek xwe de îşkenceya bi salan û qedexeya hevdîtin û ba parmayîna ji lênêrîna tibî anî ziman, diyar kiribû şertên zor ên girtîgehê gelek nexweşiyê wên giran kiriye.
Poşmanî lê tê ferzkirin
Bijîşk diyar dikin ku ji bo tenduristiya Zeyneb Celaliyan divê li girtîgehê nemîne. Tevî van hişyariyan, Zeyneb Celaliyan hê li girtîgehê tê girtin. Rayedarên ewlehiyê ji bo wê berdin şertên pûşmantiyê lê ferz dikin. Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.