Derbarê 25’ê Mijdarê de jinên ciwan ên Şengalê semîner da
Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li navenda Şengalê li ser girîngiya 25’ê Mijdarê semînerek lidar xist. Di semînerê de hat gotin ku bi pêşengtiya jinên ciwan divê hemû ciwak li dijî feraseta ku civakê tune dike têbikoşin.
Şengal – Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna dijî Tundiya li ser Jinan de Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li navenda xwe ya Şengalê semînerek da.
Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê sînevîzyon hat temaşekirin.
Piştî sînevîzyonê li ser girîngiya rojê, têkoşîna li dijî tundiya li ser jin, li dijî zihniyeta desthilatdariya mêr, hevjiyana azad û komunê axaftina hat kirin.
Di destpêka axaftina semînerê de di şexsê xwişkên Mîrabel de ku li dijî dîktorê welatên xwe serî hildan û bi awayekî hovane hatin qetilkirin, hemû jinên berxwedêr hatin bibîranîn û ev nirxandin hat kirin: “Beriya 65 salan sê xwişkên Mirabel li dijî dîktatorê welatê xwe serî hildan û bi awayekî hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina sê xwişkan roja 25’ê mijdarê yanî roja qetilkirina wan ji hêla jinan ve wek roja têkoşînê diyarî sê xwişkan û hemû jinên berxwedêr hatin kirin. Di encamê de rastiyeke pergalê heye, pergal xwe li ser kolekirina jin bi jin re jî kolekirina civakê li ser piyan dihêle lê ger li dijî zextê li dijî diktatorê serhildan û têkoşîn çêbin pergala kapîtalîst êrîşî pêşengan dike. Me vê rastiyê di Şengalê de jî dît daku dijmin çawa ji bo çewisandina jinên êzidî û civaka Şengalê pêşengan hedef girtin. Berxwedana sê xwişkên Mirabel heta roja me ya îro li her derê cîhanê didome. Ji dîrokê heta niha jin her tim li dijî feraseta zilam têkoşîna xwe didomînin.”
‘Divê jinên ciwan pêşengiya jiyana azad bikin’
Di semînerê de hat destnîşankirin ku feraseta zilam a di nav civakê de û li ser jinan pir kûr e û pêwîst e li hember vê ferasetê têkoşîneke mezin û dijwar were meşandin û wiha hat gotin: “Jin di serî de jin divê hemû civak li dijî vê feraseta ku civakê tune dike, têbikoşe. Her wiha divê jin jî bi perwerde û rêxistinê xwe ji bandora zihniyeta hezar salan xilas bike, bi xwe re civakê jî azad bike. Di nav civaka êzidî de jî xwekuştin pir in, xwekuştin tenê ne ji hêla jin ve ji hêla zilam jî heye, ev nîşan dide ku pirsgirêkeke kûr di nav civakê de heye. Ji bo em bikaribin van tiştan derbas bikin divê hevjiyaneke azad were avakirin, komîn werin avakirin. Tabî pêşengê vê jiyana azad jî divê jinên ciwan bikin. Divê em bi tu awayî feraseta zilam qebûl nekin û li dijî vê ferasetê têbikoşin.”
Li ser xeta azadiya azadiya jin têkoşîn
Her wiha di semînerê de Şoreşa Rojava û Şengalê ku bi pêşengtiya jinan pêk hat, hat bibîrxistin û semîner bi van hevokan bidawî bû: “Pêwîst e herkes vê rastiya bibîne Şoreşa Rojava û Şengal bi pêşengtiya jin li ser xeta azadiya jin û felsefeya Rêber Apo pêk hat. Em dikarin bi fikir û felsefeya Rêber Apo û xeta azadiya jin xwe perwerde bikin, bi rêxistin bikin û jiyanek azad ava bikin.”
Piştî axaftinan semîner bi niqaşan bidawî bû.