Qamişloyî ji bo desteka hêzên xwe li ser piyan in

Di nava van mercên hesas ên ku Rojava tê de derbas dibe, gelê Qamişloyê çalakiyên xwe didomîne û diyar dike ku êrîşên li dijî hêzên QSD’ê, êrîşên li dijî îradeya gel û projeya Rêveberiya Xweser in.

Qamişlo- Li bajarê Qamişloyê, gelek ji bo destekdayîna hêzên QSD’ê yên Hesekê, li hev kom bûn. Ev çalakî ji bo bersîvdayîna êrîşên komên çete yên cîhadîst ên Heyet Tehrîr el-Şam ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin hat lidarxistin.

Gelê Qamişloyê îro, li dijî gefên êrîşên cîhadîstên Heyet Tehrîr el- Şam (HTŞ) ku destekê ji dewleta Tirk digrin çalakiyek girseyî li dar xist. Beşdaran diyar kirin ku ev helwest ne demkî ye, îfadeya biryardariya hişmendiya kolektîf e û li dijî parastina destkeftî û ewehiya herêmê ye.

Girseya ku kom bû, dirûşm berz kirin û diyar kirin ku wê li dijî van êrîşan parastina xwe bikin.

Beşdaran diyar kirin ku li dijî polîtîkayên zext û gefê wê têkoşîna xwe bilindtir bikin û bal kişandin ku têkiliya di navbera gel û hêzên parastinê de dê tu carî qut nebe.

‘Em ê parastina xwe bikin’

Beşdariya jinan a di çalakiyê de bal kişand. Jinên beşdarî çalakiyê bûn, diyar kirin ku parastina QSD’ê di heman demê de tê wateya parastina azadî û rola pêşeng a jinan, êrîşên li dijî hêzên wan, nirxên jiyana bi hev re û demokratîk hedef digrin.

Di dawiya çalakiyê de, gelê ji Qamişlo û derdora wê, soza xwe ya ji bo hêzên xwe nû kir, da zanîn ku gef wan natirsînin û tekane riya parastina rûmeta gelan û ewlehiya zarokên wan pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk e û wê parastina wê bidomînin.

Di heman demê de gelê Qamişlo, Amûdê û Dirbesiyê, ji bo şermezarkirina êrîşên Heyet Tehrîr el- Şam li dijî Rojava û bi armanca destekdayîna berxwedanê bi konvoyan gihîştin bajarê Hesekê.