‘Qada xebatê ya rojnamevanên jin bi zext û sansurê tê tengkirin’

Di rapora Îlonê ya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) de hate diyarkirin ku zextên darazî û sansur li ser rojnamevanên jin zêde bûne, û banga azadkirina wan hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Îlonê eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin divê darizandin û çavtirsandina rojnamevanan ên ji ber çalakiyên wan ên pîşeyî, astengkirina weşana nûçeyên wan û girtina platformên wan ên dîjîtal bi dawî bibe û wiha hate gotin: “Divê rojnamevanên girtî bên berdan û hemû astengiyên li pêşiya rojnamevanan bên rakirin.”

‘Gef, êrîş û sansura dîjîtal qada xebatê ji bo rojnamevanan teng kir’

Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Îlonê de zext bi awayên cûda li ser rojnamevanên jin berdewam kirin û wiha hate gotin: “Lêpirsîn û dozên li dijî çalakiyên rojnamegeriyê, astengiyên li pêşiya nûçeyan, binçavkirin û girtin, gef û êrîş û sansura dîjîtal qada xebatê ji bo rojnamegeran teng kir.

Geşedanên di temamî mehê de nîşan dan, raporên nûçeyan û çalakiyên rojnamegeriyê wek bingehek ji bo tawanbarkirinê têne bikaranîn. Berdewamiya dozên ku bi salan dom kirine, vekirina dozên nû û berdewamiya fermanên girtinê zexta dadwerî ya berdewam li ser rojnamevanan nîşan da.”

‘Zextên li qada dijîtal zêde bûne’

Di raporê de hate destnîşankirin ku astengiyên li qadê şert û mercên xebatê ji bo rojnamevanan jî dijwar kirin. Destwerdana li ser nûçeyan, dûrxistina rojnamevanan ji qadê, gef û êrîş nîşan dan ku gihîştina nûçeyan her diçe sînordar dibe û ev tişt hate gotin: “Di meha îlonê de, qada dîjîtal jî yek ji wan deveran bû ku zext lê zêde bûn. Gihîştina platformên dîjîtal ên gelek koman, di nav de hesabên kesane yên rojnamevanan, rêxistinên nûçeyan, rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan, hate astengkirin. Vê yekê di heman demê de gihîştina raya giştî ya agahdariyê jî sînordar kir.

Zextên li ser rojnamevanan li cihên kar jî berdewam kirin. Ji kar derxistin, destdirêjî, şert û mercên nebaş ên xebatê ji bo jinan dijwar kir ku hebûna xwe di çapemeniyê de bidomînin.

Bûyerên meha îlonê nîşan didin rojnamevan dema nûçeyan çêdikin, li qadê dixebitin, di bin pêvajoyên yasayî de dimînin û di qada dîjîtal de di bin zextê de ne. Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanan nikarin ji azadiya çapemeniyê û mafê raya giştî yê agahdarkirinê bên veqetandin.

Divê darizandin û çavtirsandina rojnamevanan ên ji ber çalakiyên wan ên pîşeyî, astengkirina weşana nûçeyên wan û girtina platformên wan ên dîjîtal bi dawî bibe. Divê rojnamevanên girtî bên berdan û hemû astengiyên li pêşiya rojnamevanan bên rakirin.

Lîsteya jinên rojnameger yên hatine girtin wiha ne:

• Derya Okatan – Rojnameger

• Hatîce Duman – Mûdura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atîlûmê

• Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)

• Ozden Kinik – Xebatkara TRT'yê

• Oya Lale Ozan Arslan – Rojnameger

• Yelîs Ayaz – Xwediya Sîteya İnternetê ya Aydinpostê

• Songul Yucel – Derhênera Weşana Giştî ya Kovara Onsozê

• Fatma Sîbel Gurcîhan – Rojnameger

• Îrem Delîce – Nûçegîhana Rojnameya Dengeyê ya Aydinê

• Tugba Tekerek – Rojnameger

Di  meha îlonê de Pinar Gayîp û Elîf Bayburt tehliye bûn, Oya Lale Ozan Arslan, Tugba Tekerek jî hatin girtin. Derya Okatan jî di 2'yê Cotmehê de hat girtin. "