‘Polîtîkayên YE di 10 salan de bûn sedema mirina 27 hezar kesan’
Li gorî rapora nû ya Bijîşkên Sînornenas a bi sernavê "Fortress in the Sand" (Keleha di Xîzê de); polîtîk’yên sînor ên YE’yê di 10 salên dawî de bûn sedema mirina 27 hezar kesî.

Navenda Nûçeyan- Bijîşkên Sînornenas (MSF), têkildarî qeyrana mirovî ya ji ber polîtîkayên koçberiyê yên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) raporek weşand. Li i gorî rapora nû ya bi sernavê "Fortress in the Sand" (Keleha di Xîzê de), polîtîkaya YE'yê ya "dervekirina sînoran" ku ji sala 2016'an vir ve dimeşîne, bi dirêjkirina rêyên koçberiyê û xistina wan a rewşeke metirsîdar, bûye sedema mirina bi deh hezaran mirovî.
Di raporê de hate diyarkirin ku di navbera sala 2015 û Rezbera 2025'an de herî kêm 27 hezar kes li Deryaya Spî xeniqîne û jiyana xwe ji dest dane. Zêdetirî 20 hezarî ji van mirinan li ser rota Deryaya Spî ya Navîn, ango di nav koçberên ku hewl didin ji Lîbya û Tûnisê derbasî Ewropayê bibin de, qewimîn. Ev dane ji aliyê Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ve jî hatin piştrastkirin.
Peymanên di navbera welatan de dibe sedema mirinê
MSF'ê diyar kir ku peymanên ku Yekîtiya Ewropayê ji bo rawestandina koçberiyê bi gelek welatên Afrîka û Rojhilata Navîn re îmze kirine, koçberan ber bi rotayên (rêyên) dirêjtir û kujer ve araste dike.
‘Berdêla vê 'serkeftinê' bi jiyana mirovan tê dayîn’
Şêwirmendê polîtîkayên koçberiyê yê rêxistinê Jérôme Tubiana got: “YE’yê van peymanan wekî serkeftinê dibîne, ji ber ku hejmara koçberên ku tên welatê wê kêm dike. Lê belê berdêla vê 'serkeftinê' bi jiyana mirovan tê dayîn. Bi hezaran mirov dimirin, yên ku sax dimînin jî bi travmayên fîzîkî û derûnî jiyana xwe didomînin.”
Ji MSF’ê bang
MSF'ê bang li Yekîtiya Ewropayê û welatên endam kir û xwest ku "peymanên koçberiyê û kontrola sînor ên ku bi welatên sêyemîn re hatine kirin" li gorî prensîba parastina mafên mirovan bên sererastkirin an jî bi tevahî bên rawestandin.