‘Divê dosyaya Rojîn Kabaîş tavilê û bi bandor were lêkolînkirin’

Komîsyona jinan a ÎHD’ê li gelek bajaran daxuyanî dan, ji bo mirina biguman a Rojîn Kabaîşê daxwaza edaletê kirin. ÎHD’ê got: “Divê mirinên bi guman ên jinan tavilê û bi bandor werin lêkolînkirin.”

Navenda Nûçeyan – Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş a 21 salî ku 27’ê Îlona 2024’an de ji wargehê derket û carek din venegeriya 18 roj şûnde cenazeyê wê li Perava Molakasim hat dîtin. Mirina Rojîn Kabaîş weke ‘xeniqîna di avê de’ ket qeydê.

Di dosyaya ku biryara nepaniyê didome de, piştî salekê saziya tiba edlî (ATK) di rapora xwe de diyar kir ku  li ser bedena Rojînê DNA’ya aydê du mêran hatine dîtin û yek li ser sînga wê ya din li vajînaya wê hatiye testpîtkirin. Ev jî îhtimala êrîşa zayendî bi hêz kir. Piştî vê bûyerê ji her derê Tirkiyeyê bertekên mezin hatin nîşandan û çalakî û protesto didomin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo ronîkirina mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê, li gelek bajaran bi awayekî hemwext daxuyanî da. Di daxuyaniyan de metna hevpar a ji hêla Komîsyona Jinan a Navendî ya ÎHD’ê hate xwendin. 

Wan

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevseroka Şaxê Ayten Kiran daxuyanî xwend. Ayten Kiranê, diyar kir ku piştî Tirkiyeyê xwe ji Peymana Stenbolê vekişandî, mekanîzmayên têkildarî parastina jinan qels bûne û dewletê berpirsyartiya xwe ya parastina jinan a ji tundiyê û misogerkirina mafê jiyanê baş bicih ne aniye. Ayten Kiranê wiha domand: “Ev nêzikatî ne tenê di şexsê dosyaya Rojîn Kabaîşê de, her wiha li seranserî welat rê li ber domandina polîtîkayên necezakirina cînayetên jinan vedike. Ev pratîkên necezakirinê jî mafê jiyanê yê jinan, mafê xwegihandina edaletê û mafê lêpirsîneke bibandor binpê dike. Mekanîzmayên dewletê û ATK, li şûna ku sedemên rast ên mirinên jinan derxin holê, xizmetê ji parastina kiryaran re dikin û malbatên li benda edaletê bi salan didin sekinandin. Ev rewş jî yekser gefê li ewlehiya jinê û malbatên wan dixwe.”

Daxwaz hatin rêzkirin

ÎHD’ê daxwazên xwe yên ji Wezareta Dadê, Saziya Tipa Edlî (ATK), Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, baroyan, navendên mafên jinan û hemû rêxistinên civaka sivîl wiha rêz kir: 

“* Divê hemû dozên mirina jinan, bi taybetî doza Rojîn Kabaîş, tavilê û bi bandor werin lêkolînkirin.

* Divê tekane saziya ji belgekirina tundiyê, kuştinên jinan û îşkenceyê ne tenê ATK be û hewceye rêziknameyên qanûnî werin danîn da ku raporên bijîşk û nexweşxaneyên serbixwe li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weke delîl werin qebûlkirin.

* Divê Peymana Stenbolê ji nû ve were îmzekirin û mafê jinan ê parastin û jiyanê were misogerkirin. 

* Divê polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî bibin û kuştina jinan di çarçoveya berpirsiyariya sûcdar û dewletê de were xuyakirin.

* ÎHD dê têkoşîna jinan ji bo mafê jiyanê bidomîne û daxwaza edaleteke mafdar, şefaf û bibandor li dijî pêkanînên dijminane yên li hember jinan ên dewlet, ATK û mekanîzmayên dadwerî bilind bike.”

Daxuyanî, bi xwendina metna hevpar bi dawî bû.

Îzmîr

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla endama Lijneya Rêveber a ji Komîsyona Jinan a Şaxê Berpirsyar Nazli Turanê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Rojînê edalet” hate hilgirtin. Rêveberên DEM Partiyê ya Karşiyakayê û gelek jin jî tev li daxuyaniyê bûn. Di civînê de metna hevpar hate xwendin.

Dêrsim

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Dêrsimê li avahiya şaxê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li bûn. Metna hevpar, ji hêla endama Komîsyona Mafên Jinan a ÎHD’ê Yaprak Kurban ve hat xwendin. 

Riha

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Rihayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk tev li bûn û daxuyanî ji hêla Hevseroka Şaxê Songul Arpayê ve hat xwendin. 

Êlih

Şaxa ÎHD’a Êlihê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne întîhar cînayet e. Çi bi Rojînê bû?” hate hilgirtin. Daxuyanî, ji hêla Hevseroka Şaxê Melek Atalay ve hate xwendin.

Stenbol

Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, li qada Şîşhane ya Stenbolê daxuyaniya çepemeniyê da. Li ser navê komîsyonê Leman Yurtsever daxuyanî xwend û di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em wek ÎHD’ê em ê têkoşîna mafê jiyanê yê jinan bidomînin. Li dijî pêkanîn dewletê, mekanîzmayên daraz û tiba edlî ya dijminê jinan, em ê bilindkirina daxwaza xwe yên di binghê maf û şefaf de bidomînin.”

‘Bila kiryar bên cezakirin’

Piştî daxuyaniyê birayê Rojîn Kabaîş Omer Kabaîş mafê axaftinê girt û wiha got: “Em dixwazin kiryar werin dîtin û cezakirin. Ji roja destpêkê heta niha bi desteka raya giştî em li virin, em li benda domandina destekan in.”

Piştî daxuyaniyê ji bo Rojîn Kabaîş, li qada Şîşhane gul hatin danîn.