Gelê Reqayê 8’emîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin

Gelê Kantona Reqayê 8’emîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe ya ji çeteyên DAIŞ'ê pîroz kir. Gel, li dijî hemû hewldanên armanckirina ewlehî û aramiya herêmê, carek din piştgiriya xwe ya ji bo QSD nîşan dan.

Reqa – Îro li Reqayê bi dirûşma "Sozekî nû ya ewlehî û rûmetê" 8’êmîn salvegera rizgarkirina Reqayê bi şahiyek hate pîroz kirin. Şahî bi beşdariya bi hezaran kesan hate li dar xistin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û piştre şervanên QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn toranek leşkerî li dar xist.

Piştî torenê, li ser wate û girîngiya rojê gelek kes axivîn. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehra Muhammed a li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axivî, qala fedakariyên gel ên li dijî DAIŞ’ê kir û got: “Ji bo azadî û rizgariyê canê xwe dan.”

Li ser navê Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya Cîhan Mihemed axvî û balkişand ser rola çalak a jinan a di şoreşê de. Cîhan Mihemed, diyar kir bêyî jinan demokrasiya rastîn nayê damezrandin û destnîşan kir ku pêwîste jin hem di qadên siyasî û hem jî di qadên aborî de xwedî gotin bin.

‘Jin di hemû qadên jiyanê de cih digrin’

Yek ji beşdarvên şahiyê Fatma Mihemed, da zanîn rizgarî ji bo jinan destpêkek nû ye û got: "Jin êdî ne tenê temaşevan in; di siyaset, civak û heta li eniyên pêş de cih digrin."

‘Emê piştgirî bidin hêzên xwe’

Yek ji berpirsên Komîteya Edaletê Ebîr Mihemed, spasiya QSD û Yekîneyên Parastina Jinan kir û wiha axivî: "Ji bo parastina Reqayê û pêşîgirtina ji nû ve vejîna DAIŞ’ê, piştgiriya domdar a ji bo van hêzan pir girîng e. Her wiha emê li dijî provakosayonên mezhebî yên gef li aramiya herêmê dixwe, li ber xwe bidin.”

Beşdaran, soza xwedîderketina pêvajoya ji nû ve avakirina Reqayê ya bi pêşengiya aştî, azadî û jinan dan.