Pirşeng Mihemedî: Divê di dewleta nû ya Îranê de jin xwedî biryar bin
Endama Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan Pirşeng Mihemedî got ku divê ol û dewlet ji hev cuda bin û di dewleta nû ya Îranê de jin xwedî biryar bin.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî- Li Rojhilata Navîn tundiya li dijî jinan didome. Li Rojhilatê Kurdistanê tevî tundiya civaka kevneperest, pergala Komara Îslamê tundiya li dijî jinan duqat zêde kiriye. Ji aliyê rejîma dîktotor a Îranê ve jin rastî girtin, tundiya psîkolojîk, fîzîkî, êrîşên zayendî û darvekirinê tên. Piştî şoreşa Jîna Emînî jin zêdetir rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hatin. Li Rojhilatê Kurdistanê yekbûna partiyên siyasî welatiyan kêfxweş kiriye. Bi riya vê yekîtiyê, lihevkirina partiyan û rola jinan bûye xwedî destkesftiyên girîng. Bi riya yekbûnê jin dikarin li dijî pergala siyasî ya Îranê bisekinin.
‘Rejîma Îranê li dijî jinan tundiya fîzîkî û psîkolojîk dimeşîne’
Endama Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan Pirşeng Mihemedî diyar kir ku tundiya li dijî jinan pirsgirêkeke cîhanî ye û got: “Li Rojhilatê Kurdistanê tevî xebatên rêxistinên siyasî û serbixwe, ji aliyê pergala desthilatdar û pergala mêrsalar a kevneperest ve tundiya li dijî jinan didome. Tevî ku asta hişyarî û rewşenbîriyê li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye, jin rastî tundiya civakê tên. Tevî tundiya malbatê, jin rastî tundiya desthilatdariyê tên. Ji aliyê rejîma Îranê ve dema jin dengê xwe bilind dikin an tên girtin an jî darvekirin. Ev tundiya li dijî jinan ji berê ve heye. Ji bo çareseriyê pêwistî bi têkoşîn û yekbûna jinan heye. Her wiha jin di şeran de rastî tundî û êrîşên zayendî tên.”
‘Jin ji ber ku dengê xwe ji bo mafên xwe bilind dikin tên darvekirin’
Pirşeng Mihemedî da zanîn ku jin di girtîgehan de rastî tundiyê tên û got: “Piştî şoreşa Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tundiya li dijî jinan zêde bû. Gelek jinên çalakvan û yên ku daxwaza mafên xwe dikin li girtîgehên Îranê tên girtin. An cezayê darvekirinê li wan dibirin, an jî rastî tundiya fîzîkî, psîkolojîk û zayendî tên. Di Kanûna 2025’an de rejîma dîktator a Îranê karesatek mezin ji waletiyan re çêkir. Rasterast welatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kuşt. Gelek ji wan girt, bi darve kir. Zêdeyî 50 hezar welatiyan qetil kir. Tevî kuştin û girtina welatiyan, dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan li dijî dîktatoriya Îranê bêdengî hilbijartin. Divê jin bi riya hişyarî, çand û civakê li dijî tundiyê bisekinin. Divê ji bo nemana bandorên çandî û olî li ser mafên jinan bixebitin. Li Rojhilata Navîn bandora çand û olê li ser jinan hatiye ferzkirin. Ji ber vê divê ol û dewlet ji hev cuda bin. Divê di pêşeroja Rojhilata Navîn de pirsgirêkên jinan ji demên berê cuda werin destgirtin. Divê di dewleta nû de jin bibin xwedî statu û biryar.”
‘Divê di hevpeymanê de deng û rengê jinan hebe’
Pirşeng Mihemedî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Yekbûna aliyên siyasî bandoreke mezin bi xwe re anî. Ev çend sal in Rojhilatê Kurdistanê ji bo li dijî zilm û zordariya rejîma Îranê bisekine pêwistî bi yekbûnê heye. Îsal hevpeymanî di nava aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin. Hevpeyman, di nava 5 partiyên siyasî de bû, piştre partiyeke din jî beşdar bû. Divê di nava hevpeymaniyê de deng û rengê jinan hebe. Divê hemû kes dest bidin hev û bi riya yekîtiyê, ji bo başkirina rewşa jinan li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir di nava hewldanan de bin.”