Pirsên rojnamevan ji Abdullah Ocalan bikin

Rojnameya Yenî Yaşamê, pirsên bi sernavên pirsgirêka Kurd, Pêvajoya Aştiyê, Rojava, Komara Demokratîk û Azadiya Jinan ku rojnamevan dixwazin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê pirsîn, weşand.

Navenda Nûçeyan- Rojnameya Yenî Yaşamê, di beşa ‘Pazartesi Söyleşisi (Hevpeyvîna Duşemê)’ de vê heftiyê cih da pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bipirsin. Hate diyarkirin ku ji destpêkirina pêvajoyê heta niha gelek rojnamevanan bi daxwaza hevpeyvînên rûbirû serî li Wezareta Edaletê daye, lê belê hê bersivên serlêdanên wan nehatine dayîn.

Di dosyaya ku di rojnameyê de cih girtî de, pirsên rojnamevanên ji saziyên cûda yên medyayê, derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd, pêvajoya çek berdanê, komara demokratîk, Rojava, Azadiya jinê, nifşên ciwan, mafên LGBTÎ+ û geşedanên li Rojahilata Navîn hatin rêzkirin.

Di nava pirsan de, sernavên wek nîqaşên Neteweya Demokratîk û Yekîtiya Kurd, çarçoveya banga çek berdanê, di pêvajoya aştiyê de dê gavên hiqûqî bên avêtin an na, statuya Rojava, naveroka têgîna ‘Komara Demokratîk’ û qonaxa ku têkoşîna azadiyê jinê hatiyê, cih girt.

Her wiha rojnamevanan, pirsên derbarê hêza civakê ya di raya giştî de, travma û hişmendiya nasnameyê ya nifşên ciwan, rola Selahattîn Demîrtaş, polîtîkayên li dijî LGBTÎ+’yan û gumana kêmaniyên derbarê pêşerojê de hene.

Dosyaya ku rojnameya Yenî Yaşamê weşandî, bi mijarên ku rojnamevan di derbarê pêvajoyê û geşedanên li herêmê de tê meraqkirin, bi raya giştî re tê parvekirin.