‘Pêwîstî bi hevgirtinek hevpar a jinan heye’
Analîsta siyasî Temara El-Hedad bal kişand ser rewşa jinên li Xeza û Sûriyê û got: "Li herdu herêman herî zêde jin zehmetiyan dikşînin. Ji bo bidawîbûna van kêşeyan û edaletê, pêwîstî bi hevgirtinê heye."

NEXEM KERACÊ
Xeza – Jinên Sûriye û Xezayê ji ber encama şer û pevçûnên ku li herêmê rû dane, barê herî giran a jiyanê digirin ser milên xwe. Rewşa wan a mirovî û jiyanî dijwartir bûye. Bi paşguhkirin, wendakirina hezkiriyên xwe û bêewlehiyê re rûbirû ne. Li Sûriyê hê jî pêşeroja jinan di nava xeterê de ye, her wiha li Xezayê tevî agirbesta ku hatiye ragihandin jî jin di nava wêranî û derfetên kêm ên jiyanê de, ji piştevaniyê bêpar in.
Analîsta siyasî Temera El-Hedad ji ajansa me re rewşa jinan a li Xeza û Sûriyê, her wiha rastî û pêşeroja wan a li herêmê vegot. Temera, bal kişand ser girîngiya avakirina çarçoveyeke zagonî ku misogeriya parastina mafên jinan ji şîdetê û paşguhkirinê bike.
'Azarên jinên Filîstînî ji ber şer e'
Temara El-Hedad, bal kişand ser rewş û rastiya jinan a li Xezayê û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Jinan li Xezayê ji ber şer û pevçûnên ku li herêmê rû dane gelek ziyan dîtin. Rewşa wan a aborî û jiyanî nebaş bû her wiha piraniya wan ji ber wendakirina malbatên xwe, di nav êş û azaran de ne. Di heman demê de tunebûna stargehan û ewlehiya xwarinê jî, tengasiyên jinên Filîstînî dijwartir dike. Agirbestê ewlehî bi xwe re neaniye û herêm li benda ji nû ve avakirinê ye. Ji ber vê yekê du rê ji bo biryardayînê li pêşiya jinên Xezayê ne. An wê li hember hemû kêşeyan xwedî helwest bin, an jî di lêgerîna ewlekarî û aramiyê de serî li koçberiyê bidin."
'Tevî kêşeyan jî jinên Filîstînî berpirsyariyê digrin ser xwe'
Temara El-Hedad diyar kir ku tevî kêşeyan jî jinên Filîstînî berpirsyariya parastina civakî digrin û wiha got: "Jin heya niha jî parastina civakî ji bo xwe mîna erkê dibînin. Civaka navneteweyî û cîhana Ereb di ezmûnek de ne ku ew ê yan ji bo bidawîkirina azarên jinan û misogerbûna mafên wan ji bo jiyana bi rûmet tevbigerin, an jî dêbêdengî bidome û ev jî tenê wêranî û êşan zêdetir dike. Jinan helwesta xwe nîşan dan, lê ev sekn bê piştevanî nabe. Rojên pêş dê rewşa Xezeyê û siberoja jinên wê diyar bike. Yan dê hêviya jinûveavakirinê û aramiyê pêk were, yan jî ev bajar û gelê wê bibin dîlgirtiyên nakokiyên siyasî yên ku xuya ye zû bi dawî nabin."
'Rola jina Sûrî sînordar hiştin'
Di berdewamiya gotinên xwe de Temara El-Hedad bal kişand ser encamên şer û pevçûnên ku li Sûriyê rû dane û wiha pê de çû: "Şerê ku li Sûriyê rû daye, di navbera rêjîmê û opozisyonê yan jî ji ber mudexeleyên herêmî, bandorek mezin li ser jinan kir û ew gav paşve avêtin. Jin bi rewşên dijwar û ne adil re rûbirû man. Jinên Sûriyê di demên berê de beşek bingehîn bû di qadên civakî, siyasî û aborî de. Lê mixabin di vê dema niha de tu rol û hebûna jinan di nava van qadan de xuya nabe. Şer hişt ku rola jinan di civaka Sûrî de sînordar bimîne. Di nava guherînên ku niha Sûriye şahidiyê wê dike de, pirsên derbarê pêşeroja jinan a li Sûriyê û bi taybetî di qada siyasî de, bê bersiv dimînin."
'Senaryoya Afganîstanê li Sûriyê bê dubarekirin'
Piştî sala 2011'an û bi pirbûna aliyên nakok di nava Sûriyê de, guherîna siyasî ya welat bi guhertinên civakî yên kûr re hevdem bû. Di nava şer de gelek komên çekdar derketin holê ku aloziyên mezhebî û etnîkî xurt bikin. Ya herî xuya ji van hêzan jî, cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) bû ku serkêşiya wê 'Colanî' dike.
Der barê pêvajoya ku niha Sûriye tê re derbas dibe de, Temara El-Hedad wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de pêşeroja siyasî ya jinên Sûriyê di nava aloziyan de ye. Gelo wê mafên jinan mîna li Afganîstanê bê piştguhkirin, an dê Sûriye bibe welatek ku mafên hemûyan di nav de ku yên jinan jî hene, biparêze? Tevî ku dîroka jinên Sûriyê bi têkoşîn û beşdariya siyasî dagirtî ye jî, wê gengeşiyên gelek giran çêbin. Yek ji tirsa me ya mezin ew e ku jinên Sûriyê ji qada siyasî bê dûrxistin. Tecrubeya jinên Afgan li ber çavan e ku ji mafê hînbûn, xebat û beşdariyên jiyanê bê par hiştin. Ger mafên jinên Sûriyê neyê parastin û cudabûna pêkhateyan li berçav neyê girtin, wê senaryoya Afganîstanê li Sûriyê bê dubarekirin."
'Pêwîstî bi hevgirtinê heye'
Ji bo bihêzkirina jinên Sûriyê ya di pêvajoya pêş me de, Temara El-Hedad diyar dike ku pêwîstî bi gavên girîng heye û wiha dibêje: "Divê çarçoveyek zagonî ku misogeriya parastina jinan ji şîdet û pişguhkirinê bike, were amadekirin. Her wiha pêşxistina beşdariyên wê ya di qada aborî û siyasî de jî. Divê zagon û saziyên şopandinê girîngî bidin rewşa jinan û mafê xebat, hînbûn û beşdariya siyasî biparêzin. Li kêleka wê, ragihandin jî roleke bingehîn di pêşxistina jinan de dilîze. Ne tenê hişyarkirina derbarê mafên jinan de belav bike, divê çapemenî balê bikşîne ser destkeftiyên jinan û rolên wan ên di civakê de jî. Ji bo pêkanîna wekhevî û edaletê ji jinên Sûriyê re, pêwîstî bi hevkariyê heye û divê hemû pêkhateyên herêmê di nav de siyasetmedar, hiqûqnas û civaka navneteweyî cih bigirin."
'Sekna jinên Filistîn û Sûriyê derdikeve pêş'
Temara El-Hedad bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Êşa jinan li Sûriye û Xezayê asta qeyranên mirovî yên ku ji ber şer û pevçûnên berdewam li pey xwe hiştine, nîşan dide. Jin bi windabûna maf û ewlehiyê re rûbirû dimînin. Tevî van zehmetiyan jî sekna jinên Filistîn û Sûriyê li hemberî hemû kêşeyan xwe dide pêş."