‘Pêwîst e her kes Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bixwîne’

Endam û Rêvberên PYD’ê tekez kirin ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bingeha serdema nû ye û li gorî wê gavên girîng divê werin avêtin û gotin: ”Pêwîst e her kes Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bixwîne û bizanibe.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Ji bo pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê de derbas dibe, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pirtûka Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk nivîsand. Endam û Rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nêzî hefteyek, pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’, li navenda partiyê xwendin.

Têkildarî girîngiya xwendina pirtûkê endam û rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk ji ajansa me re axivîn.

‘Pêvajo famkirina Menîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dixwaze’

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a kantona Hesekê Zehra Elî tekez kir ku xwendina Menîfestoya Aştî û Civaka  Demokratîk di bernameya kar û xebatên wan de esas e û wiha got: “Armanca me ji xwendina Manîfestoyê, em di fikir û ramanê Rêber Apo de xwe kûr bikin û pêk bînin. Bi taybetî pêvajoya ku herêm tê de derbas dibe pêwîstî heye ku em vê pirtûkê bizanibin û li gorî paradîgmaya Rêber Apo gavan bavêjin. Em rojane vê pirtûkê dixwînin û xalên tê de ne, nîqaş dikin. Rêber Apo di vê pirtûkê de behsa pêvajoya ku PKK tê de derbasî qonaxa tekoşîna siyasî bû, dîroka Kurd û Kurdistanê, Modernîteya kapîtalîst, azadiya jin û her wekî din şîrove dike.”

‘Emê yekîtiya komînan li her çar aliyê Kurdistan ava bikin’

Zehra balkişand li ser girîngiya xebatên komînan ku di Menîfestoyê de hatiye diyarkirin û wiha berdewam kir: “Tiştê ku bala me kişand, di Menîfestoyê de Rêber Apo girîngî daye xebatên komînan û her ji bo pêşxistin û çalakkirina wê bi îsrar e. Tê de behsa dîroka komînan kiriye û tekez dike ku bi aktîvkirina komînan wê civakek aştiyane û demokrasiyê mîsoger bibe. Heya niha xwendina menîfêstoyê bidawî nebûye, lê piştî ku bi dawî bibe emê li hemû saziyan belav bikin. Her wiha komîn dê li meclîsê û di nava civakê de were şîrovekirin. Emê bi belavkirina vê Manîfestoyê ya li her çar aliyê Kurdistanê yekîtiya Komînên Kurdistan wekî ku Rêber Apo pêşniyar dike, pêk bînin. Menîfesto ji bo hemû gelan hatiye pêşkêşkirin. Pêwîst e her kes wê bixwîne û bi yekîtî, hevgirtina netewan, nasnameya xwe nas bikin û xwedî li siberojê derkevin.”

‘Jin di avakirina aştî û civaka demokratîk de wê pêşengtiyê bike’

Endama Komîteya Rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dehla Izdîn da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di Manîfestoyê de behsa rola jinan a di nava civakê de kiriye û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Di civaka xwezayî de jin xwedawend bû, bi rêxistinbûyîna xwe û civaka xwe rêveberiya wê civakê dikir. Lê bi avakirina sîstemên desthilatdar, rola jinê hat guhertin û civak ji hev dûr ket. Rêber Apo behsa dîroka Kurdan dike ku çawa Kurd xwedî dîrokek kevnar in û çawa li hemberî nasnameya Kurdî şerê bi hezaran salan hatiye meşandin. Em jî wekî endam û rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), girêdayî vê manîfestoyê, xwe di warê demokratîk, îdeolojîk, civakî, avakirin, rêvebirin û rêxistinkirinê de ji nû ve xwe birêxistin bikin û kar û xebatan li gorî wê pêk bînin. Ev gav jî wê bi pêşengtiya jinan pêk were û em di wê baweriyê de ne ku jin wê bikaribe di avakirina civakek aştî û demokratîk de pêşengtî bike û mîsoger bike.”