Çalakvan Mahsa Şafîeî ji aliyê Îranê ve hate girtin
Çalakvan Mahsa Şafîeî ya xwişka Dadkhah Nîma (Parsa) Şafîeî, di serdegirtina ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di mala bavê de hate girtin û ber bi cihekî nediyar ve hate birin.

Navenda Nûçeyan – Çalakvan Mahsa Şafîeî ya xwişka Dadkhah Nima (Parsa) Şafîeî yê di serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî” de hate qetilkirin, di 16’ê Tîrmehê de di serdegirtina ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di mala bavê xwe de bi awayekî hovanê rastiye tundiyê hat û hate girtin.
Mahsa Şafîeî, xwişka Nîma (Parsa) Şafîeî ye ku di dema maça futbolê ya Îran-DYE’yê ya Kûpaya Cîhanê ya Qeterê de, di hemwexta serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de li Yasucê hate qetilkirin.
Heta niha derbarê sedema girtina Mahsa Şafîedî an jî tawanên li dijî wê de tu agahiyên fermî nehatin parvekirin.