Perwan ku dibin kontrola Talîban de: Dengê jinê ji xak û xizaniyê tê
Li erdnîgariyek ku xizanî û tundî heye, barê herî giran ê jiyanê jin di hilgirin. Cemîle Noor ku ji dilê Parvane, ne li ber xizaniyê ne jî li ber fermanên Talîbanê serî ne tewandiye. Çîroka wê qêrînek ku hê dengê jinên Efganistanê nehatî bihîstine.

BAHARAN LAHÎB
Parwan- Parwan yek ji bajarê bakûrê Efganistanê ye, xwedî 10 navçe û 1.322 gundane. Wek bajarê herî şîn yê welat tê nasîn, çemên bi nav û deng ên wek Panjshir, Ghorband, Shatal û Salang lêne. Ji ber li ser riya hevrîşmê ye, di aliyê erdnîgarî de xwedî dîrokek girînge. Di demên berê de qiralên demê eleqeyek mezin nîşan dida. Fabrîqaya yekem ya tekstîlê û bedava hidroektrik li vî bajarî hatibû avakirin.
Li Parwan wek gelek bajarên Efganistanên gelek beşên weke Peştunîr, Tacikî û Hazarî bi hevre dijîn. Lê belê ev eyalet ev 40 sale hertim bûye navenda şer, pefçûn û sûcan. Ji hikumeta Sovetyetê, heta rêxistinên cihadî yên serokatiya Ahmed Şah Mesud û Gulbuddin Hikmetyar piştre Talîban tu ji van mirovan ji ziyanê rizgar nekirin. Lê belê hêzên pêşketî û milî, hem mêr û hem jî jin hertim ji bo parstina mafê gelan têkoşîn kirin û canê xwe feda kirine.
‘Gelek kes ji ber Talîban neçar man koç bikin’
Bi vegera Talîban re li paytexta Parwan Çarikar de jina xwepêşandanên mezin li darxistin. Tevî zextên tund xebatên xwe yên li dijî Talîban di domînin. Mixabin di giştî welat de jinên Efgan rastî hikumetek mêrsalar û tundrew hatine. Li eyaleta Parwan jin ji xizmetên nexweşxane û rêya esfat û xizmatên civakî bê par tên halan. Dema hun dikevin vî bajarî ruyê mirovan ji xîzanî û bê kariyê bi eşkere tê xwendin. Beriya demek kurt, em çûn gundek yê vî bajarî û me rewşa jinan ji nêzve şopand. Li wêderê me jina bi navê Cemîle Noor a 55 salî ku li wêderê di araziya ku ji xizmên xwe kirê girtiye, bi cotkariyê re mijul dibe û tevî gelek nexweşiyên wê hene dahata xwe bi cotkariyê pêktîne û dayîka çend zarokan nas kir. Ev tişt ji mere got: “Kurên min ji ber gefên Talîban neçar man gund bi terikînin. Niha tenê li gund çend mêrên bi temen ên ku reîsê malbatane mane. Yek ji kurên min ji ber gelek caran ji aliyê Talîba ve hatin lêpirsinkirin ev demek kurte gund terikandî. Di hikumeta berê de gelek kes di qadên leşkerî û yekîneyên parastinê de di xebitin û di nava xizaniyê de dijiyan. Lê belê niha Talîban wan weke dijmin dibîne û ewlehiya wan a canîn nîne. Gelek ji wan neçar man malên xwe bi terikînin koçî bajarên din û welatên cîran bikin, li wêderê pirsgirêkên dahatê dijîn.”
‘Xizanî zêde bûye’
Cemîle Noor axaftina xwe wiha dom kir: “Bi hatina Talîban re li gundê me xizanî zêde bû. Berê gelek mirovan berê xwe dabûn çandinî û lawirvaniyê. Niha li gundê me malbatên ku danek xarin peyda nakin hene. Jin û mêr li xakên cûda de weke karkerên bi bac di xebitin.”
Cemîle Noor bal kişand ser berxwedana jinan û wiha got: “Ez li gel hevjînê xwe em di araziya ku me kirê girtî de di xebitin. Aliyê xweş ê gundê me, şev û roj niqu dikin ku divê jin ji malê dernekvin. Lê belê gel van gotinan qebul nekir û îtiraz kirin.”
‘Ez li vir mezin bûm’
Cemîle Noor bi kenek germ wiha got: “Ez divê xakê de mezin bûm. Wek min hemû jinên li gund, rojê çend caran derdikevi. Ji ber wê gotinên Talîban ji me bê fêydeye. Ger hemû dinya hewl bide min asteng bike, em ji vê azadiya ku ez xwedîme dest bernadim û ezê karê xwe yê cotkariyê dom bikim.”
Di nava xizanî û zilmê de hêvê jiyan dike. Çîrokên jinên wek Cemîle tenê êşa gelê Efganistanê bi anîna ser ziman re sînordar nabe, di heman demê de berxwedan û azweriya wan bi bîrdixwe. Tevî zexta li bajarê Parwan, berxwedanan li dijî Talîban dengê parastina azadiyê hê tê bihîstin. Dengê ku bêdeng nabe û heta her roj bilindtir dibe.