Ji çîroka xwe derket rê û Komaleya Armen damezrand
Nesrîn Muhammed Salim a ku ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet û parastina mafên wan têdikoşe Komaleya Armen damezrand: Nesîm Muhammed Salîm dibêje: “Em parçeyek ji vê axê ne. Ger baweriyê bidin me em dikarin firsendan binirxînin.”

FATÎMA REŞAD
Yemen – Em ji nav serdemekê ku di nav civakê de ji hev qûtbûn di asta herî jor de tê jiyîn, derbas dibin. Nêvenga şer û pevçûnê ku her ku diçe kûr dibe yek ji sedemên bingehîn e ku vê qûtbûnê kûr dike. Lê belê yên ku herî zêde bi vê yekê re rû bi rû tên kesên xwedî pêdiviyên taybet in. Ji jiyana civakî heyanî perwerdê, tendirûstiyê kesên pêdiviyên taybet bi cihêkariyê re rû bi rû tên.
Nesîm Muhammed Salîm a ku ew bi xwe jî xwedî pêdiviyên taybet e astengiyên li pêşiya xwe yek bi yek derbas kir, bû pisporê xizmetên civakî û niha ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet ên mîna xwe kar dike. Nesîm Muhammed Salîm bi damezrandina komaleya ku navê ‘Armen’ lê kiriye, projeyên ku jiyana kesên xwedî pêdiviyên taybet hêsan bike pêş dixe.
Projeyên mayinde hedef dike
Nesîm Salîm armanca xwe ya damezrandina Armenê weke pêşxistina kesên xwedî pêdiviyên taybet û pêşxistina civakî pênase dike û wiha dibêje:
“Armanca me ne tenê karê xêrê ye, xwe gihandina modelekî xebatê ya ku bê meşandin e. Em naxwazin xebatên me demsalî be. Em dixwazin xebatên me mayinde be. Me projeyên xwe li sê merheleyan dabeş kir. Merheleya yekemîn entegrasyona aborî bû. Em li jinên xwedî pêdiviyên taybet ên ku xebatxaneyên wan ên biçûk hene geriyan. Bi taybetî me bala xwe da ser jinên marjînal bûne û koçber bûne. Me perwerdeya jêhatîbûna bazarî û karkirinê da wan û piştî perwerdeyan me amûrên pêwist ji bo wan dabîn kir ku bikaribin ji xwe re kar ava bikin. Ev di wateyek rast de bihêzkirina jinên xwedî pêdiviyên taybet e.
Merheleya dûyemîn girêdayî piştevaniya derûnî bû. Di nav kesên xwedî pêdiviyên taybet de ji bo nêzkirina astengiyên di warê bihîstwarî, tevgerî û dîtbarî de me ji kesên pispor piştgiriyê wergirt û bi hevkariya bi ofîsên rêveberiyê re di pêvajoyê de perwerdeyan bipêş xist.
Merheleya sêyemîn jî girêdayî parastina mafên kesên xwedî pêdiviyên taybet bû. Bi taybetî jî ji bo zagona astengdaran, a ku dihêle kesên astengdar di sektora giştî de bibe xwedî derfetên kar a ji sedî 5’î, jiyanî bibe xebat hatin meşandin. Her wiha di hevdîtinên bi waliya Adenê re ji bo firsendên kesên astengdar di pêşerojê de bidest bixin waadê wan hat girtin.”
500 kes dikin hedef
Nesîm Muhammed Salim da zanîn ku perwerdeyên taybet ên weke perwerdehiya ziman jî didin û wiha got: "Me perwerdeya Îngilîzî da komeke ji 20 kesan pêk tê û niha şîrketeke bi navê 'Nana' ava kirine. Ev dê bibe qonaxa yekemîn. Eger ezmûn bi ser bikeve, qonaxa duyemîn dê 500 kesî bigire nava xwe."
‘Jinên xwedî pêdiviyên taybet tên îzolekirin’
Nesîm Muhammed Salîm bal kişand ser tundiya ku jinên xwedî pêdiviyên taybet pê re rû bi rû tên û got: “Di lêkolîna me de me dît ku malbatên jinên astengdar rastiya ku kesekî wan a astengdar heye qebûl nakin û wan ji civakê îzole kirin. Di komaleya xwe de em hewl didin balê bikşînin ser tevkariya jinên astengdar a ji civakê re. Ji bo nîşandana rastiya ku jinên astengdar bi awayekê bi bandor di civakê de cih digirin, em çîrokên serkeftinê parve dikin. Di nav van de çîroka jinekê astengdar a ew bi xwe dikana xwe birêve dibe cih digire.”
Nesîm Muhammed Salîm anî ziman ku di entegrasyona kesên xwedî pêdiviyên taybet de malbat palpiştek girîng in û got: “Malbata min zana ye û rewşê fam kiribû. Ev jî hişt ku ez entegreyî civakê bibim. Ji ber vê yekê girîngiya beşdarbûna hêza kar ji bo jinên astengdar pir girîng e.” Nesîm Muhammed Salîm bal kişand pirsgirêkên ku di warê xwe gihandina mafê tendirûstiyê de jî tê jiyankirin.
‘Divê civak baweriyê bide me’
Nesîm Muhammed Salîm got “Em parçeyek ji vê civakê ne û ger baweriyê bidin me em dikarin van firsenda binirxînin. Li şûna ku gunehê xwe bi me bînin an jî me biçûk bixin dema ku firsend bê dayîn em dikarin bibin xwedî performansekê ji kesên din baştir” û bang li civakê kir. Nesîm Muhammed Salîm bi van gotinan bang li jinan kir:
“Divê hedefekî jinan hebe. Çiqas dem bigire bila bigire. Divê civak bibîne ku kesên xwedî pêdiviyên taybet di karên civakî de û konferansan de li pêş in. Êdî em dikarin pêdiviyên xwe bi awayekê rast bînin ziman. Di hevdîtinên ku em bi saziyên civaka sîvîl û hikûmetê re dikin de em vê yekê diparêzin ku divê stratejî li gor pêdiviyên rast a kesên xwedî pêdiviyên taybet be.”