Êrîşên hêzên Îsraîlî xewn û xeyalên Sebrîn El-Xeyrî jê stand
Jina ciwan a ji Xezayê Sebrîn El-Xeyrî ku di demek nêz de ew ê bibûya bûk, êrîşên hêzên Îsralê ev xeyal jê stand û rojên wê vegerand reş û tarî. Di encama êrîşan de Sebrîn lingeke xwe windakir.

REFÎF ISLÎM
Xeza- Di encama şerê ku li Zîvala Xezayê di 7'ê Cotmeha 2023'an de rû daye di navber hêzên Îsraîl û tevgera Hemas de ku salek û nîv domkir, milet bi gelek ziyanên madî û canî re rûbirû man. Piştî agirbesta ku di 19'ê Çileya 2025'an di navber hêzên Îsraîl û tevgera Hemasê de hatibû îlankirin, piştî demekê carek din şer û pevçûn li Xezayê rû da. Gel carek din neçarî koçberî, birçîbûn û windabûnê bûn. Ew parên xwe ji windakirina malbat an jî parçeyek ji laşên xwe digrin.
Lingê xwe windakir
Sebrîn El-Xeyrî yek ji wan kesan e ku nizanîbû roja ew cilên dewata xwe bicerbîne, çarenûs dê riya wê biguhere. Sebrîn çavên xwe li nexweşxaneya El-Wefa vekir û dît ku şerê li Xezayê qewimiye ne tenê kêfa wê jê stand, mixabin lingê wê jî jê bir.
Sebrîn El-Xeyrî ji ajansa me re ragihand ku şeva 18'ê Adarê derdora nîvê şevê ji xew ve çû û dema ji xew rabû, xwe di nav nivînan de li nexweşxaneyê dît. Lê ev ne hemû çîrok e, ji ber ku mexdûr Sabrîn El-Xeyrî di encama bûyera bi êş de beşek ji bîra xwe winda kiribû.
'Şer tiştek pir hov e'
Sebrîn El-Xeyrî got: "Ew şev ji bo wê xewnek bû, ji ber ku wê çenteyên xwe amade dikir ji bo dewata xwe. Tu carî kêfa ciwan û kalan ji bîr nakim, ne jî qelebalixiya malê ku atmosferek hêviyê vedihewîne. Bi taybet piştî vegerandina me ji malê re piştî salek û nîv ji koçberiyê di nav çadiran de. Lê mixabin hêzên Îsraîlê carek din êrîşî taxên me kir û malek li kêlek mala me kir armanc. Ez û keça apê xwe ya 4 salî para xwe ji vê êrîşî girt. Ew zarokek bû û jiyana xwe ji dest a. Min çavên xwe vekir bi lingê xwe hîs nakim lê digerim nabînim. Şer tiştek pir hov e."
Di nav êrîş û wêrankirinê de bi êş û azaran re dimîne
Sebrîn El-Xeyrî ne tenê lingê xwe windakir di encama êrîşê de şikestin di pişt û hin endamên laşê wê de çêbûye û ew hewcedarî tedewiyê li derveyî herêmê ye. ji ber dorpêç û êrîşan pêdîviyên ji bo wê pêwîst in nayên peyda kirin. Di heman demê de xwerin û av jî ne tendrust in ji bo kesên mane. Ew rûbirû bi êşê re dijî û derman nîne xwe tedewî bike. Ew êdî ji dengê opîs û êrîşan gelek ditirse. Her wiha Sebirîn El-Xeyrî ji biryarên valakirina herêmê ji aliyê hêzên Îsraîlî ve gelek bi fikar e, ji ber ku bi dehan wek wê niakrin bimeşin hene wê çawa karibin koçber bibin.
Hêvî dike weke berê vegere ser lingên xwe
Sebrîn El-Xeyrî dixwaze ku ew dîsa mîna keçên din ên nifşê xwe rûne û li ser lingan bisekine. Hewl dide bi tena serê xwe li ser bilindkirina morala xwe bixebite. Ew xwe îqna dike ku ji hemû zor, zehmetî û êşên ku tê re derbas bûne razî ye û dê pêşeroj baştir bibe.