Pêşenga lêkolîna pûlan li Rojhilata Navîn Hûda Talêb Serac e

Lêkolîner Hûda Talêb Serac di warê mohrkirinê de bûye pêşeng û li Rojhilata Navîn jî bûye yekemîn lêkolîner. Wê mohr li koman parve kir û dikaribû pirtûkên xwe li ser wan binivîsîne.

SÛZAN EBO SEÎD

Beyrûd- Philately an jî fîlatelî tê wateya lêkolîn û berhevkirina pûlên postayê, her tiştê ku bi dîroka postayê ve girêdayî ye, dîzayn û hilberîna pûl û amûrên ku tên bikaranîn. Ew qadeke pêşketî ye ku bi lêkolîna xwe beşdarî têgihîştina dîrokê dibe.

Lêkolîner Hûda Talêb Serac piştî zêdetirî 10 lêkolînên kûr, zêdetirî 100 gotar û nivîsarên çapkirî û bi dehan semîneran û zêdetirî 20 pêşangehan li Lubnan û Ewropayê, dikaribû bikeve warê mohrkirinê û li ser wateyên mohrê, lêkolîn bike. Ji bo wê, mohr ne tenê tabloyek li ser nameyekê ye ku bigihîje cihê xwe, yan hêmanek di berhevoka hobîvanek de ye. Ew qadek lêkolînê ye, bi taybetî ew wan ji hêla dîrokî, civakî, hunerî û mîratî ve dişopîne da ku serdemek, ramanek an pirsgirêkek taybet belge bike.

Qonaxên Philately; yekem, berhevkirina mohran. Ya duyemîn, dabeşkirina wan li gorî taybetmendiyên wan ên cihêreng, weke welatê çapkirinê, dîroka derketinê, nirxa binavkirî û dîzyan. Ya sêyem, analîzkirina wan, weke lêkolîna cureya kaxiz, kalîteya çapkirinê, rengên ku hatine bikaranîn û her nîşaneyek ji bo destnîşankirina rastî û nirxa mohrê ye. Ya çaremîn, dîroka wê, mohr belgeyên dîrokî yên mînyaturî yên ku agahiyên li ser bûyer, kesayetî, çand û geşedanên welatên ku ew çap kirine, hildigirin. Pêncemîn, girîngiya çandî û aborî, ji ber ku mohr aliyên cuda yên çand û mîrateya welatan nîşan dide. Di heman demê de nirxa wan a aborî jî heye.

'Ez vê pîşeyê ji bavê xwe hîn bûm'

Lêkolînera warê filateriyê, endama rêveberiya klûba navneteweyî ya poste û mohran û endama Akademiya Filatelî ya cîhanî Hûda Talêb Serac têkildarî destpêkirina karê xwe yê di vî warî de wiha got: "Ji sala 1982'an ve bavê min dest bi komkirin û kirîna mohran kiriye. Piştî şer, li gorî pispor û lêkolînerên navneteweyî yên ku beşdar bûne, di pêşangehekê de koleksiyonên mohr ên 20 welatan nîşan da. Di van berhevokan de 70 welat hene û weke arşîva jêderan di nav 3 odeyan de, nêzî 80 katalogên bavê min hene, min agahî jê girt. Min di sê pêşangehan de alîkariya wî kir û piştre me bi hevkariya Dar El-Nahar pirtûka "Lubnan di mohra xwe de" li ser berhevoka wî nivîsî. Piştî wê min dest bi lêkolîna koleksiyonên mezin ên bavê xwe ku ji 70 welatan û zêdetirî 400 hezar pûl tê de hene, kir."

'Pirsgirêka jinên Erebî bi çanda gelêrî ve girêdayî ye'

Der barê mijara jinan di pûlên Erebî de Hûda Talêb Serac got: "Min ew ji bo lêkolîneke xwe ya lêkolînê hilbijart, ji ber ku pîvana mêr ji hejmara yekem a sala 1925'an vir ve serdestiya morên Lubnanî ye. Li Lubnanê, xuyabûna jinan di nava berhevoka mohrê de tirsonek an sembolîk bû. Yekem kesayeta dîrokî ya jin ku li ser mohra Lubnanî xuya bû, ew jî princess Xasîka bû. Pirsgirêka jinan di civakên Ereban de bi gelek tiştan ve girêdayî ye. Bi çand, nasnameya neteweyî û perwerdeyê ve girêdayî ye û ev jî beşek ji mafên mirovan e. Di rastiyê de, ew bi girêdana jinan bi mîrateya gelêrî ve girêdayî ye, ji ber ku mohr hene jinan di moda, cil û berg û çandên gelêrî yên weke dîlan nîşan didin. Ji ber vê yekê pirsgirêka jinan a bi şêweya Erebî bi çanda gelêrî ve girêdayî ye û taybetmendiyek giştî ye."

'Wêne û rastiya jinan di pûlên xwe de nîşan didim'

Hûda Talêb Serac der barê berhevkokên Lubnanî yên taybet de wiha axivî: "Ez xwe bi lêkolîna kêşeya jinan bi lêkolîna kesayetiyên Lubnanî sînordar nakim. Jin bi wêneyê xwe yê azad di warê geştiyariyê de û wêneyên wan ên govendê jî di pûlên min de xuya dibin. Ji bo pîrozkirina 50 saliya Festîvala Baalbek, Wezareta Ragihandinê bi boneya 50'emîn salvegera Festîvala Baalbekê du pûlên nû yên posteyê derxistin. Yek ji wan jinên Lubnanî Êmiyê Ketane, Selwa El-Seîd û Mayî Arîda ku berê serokatiya Festîvala Baalbek dikirin, nîşan dide. Di sala 2014’an de yekemîn berhevok ji bo rêzgirtina jinên Lubnanî hate derxistin. Ew ji çar mohran ku wêneyên bîranînên şervana mafê jinan Mûnîra El-Sulih, seroka Xaça sor Elekesendera Îsa El-Xûrî, rojnamevan û çalakvana mafên jinan Enîsa Necar û parêzera ku jiyana xwe ji bo parastina mafên jinan fedakirî Lor Mexîzêl, pêk tê."

'Lubnan yekem weşana xwe ya pûlan ji bo jinan bû'

Têkildarî bûyerên girîng di femînîzma Lubnanî de, Hûda Talêb Serac diyar kir ku Lubnan di weşandina yekem mohra xwe de ji bo bîranîna roja jinên Ereb di sala 2002'an de yekta bû. Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê di sala 2017'an de, Rêveberiya Postê 100 hezar mohr ji bo rêzgirtina jinên ku gihîştine cihên biryardayînê, derxist. Li ser pûlan bi Fransî, Femmes au pouvoir, tê wateya jinên desthilatdar, hatibûn nivîsandin.