Pêngava xwendina Manîfestoyê: Divê her gotin baş bê fêmkirin

Li wargeha Mexmûrê pêkhateyek 90 kesî ya ji her emrê pêk tê ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwînin. Jinên ciwan ên beşdarî xwendinê bûn dibêjin “Divê her gotina Rêbertî baş bê fêmkirin.”

BERJÎN KARA

Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe ya 19’ê Hezîrana 2025’an de ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ bi şêweyê bicihkirina li şûna manîfestoya ‘Riya Şoreşa Kurdistanê’ pênase kir.

Rêberê Gelê Kurd ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ weke armancên îdeolojîk, siyasî û civakî yên serdema nû ya têkoşînê destnîşan kir û aliyên wê yên stratejîk û taktîkî diyar kir. Ji ber vê yekê, guhertina di zîhniyet û pergala rêxistinî de girîng bû.

Li ser bingeha xweperwerdekirin, pêşxistin û fêmkirina pêvajoyê, li welat û derveyî welat xebatên giranbiha hatin destpêkirin.

Li wargeha penaberana a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî di 24’ê Tîrmehê de dewreyeke perwerdeya Şehîd Berxwedan Goyî ya li ser ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlîbûna hemû endamên Navenda Çand û Hunerê û endamên Stêra Zêrîn destpê kir. Perwerde li Navenda Çand û Hunerê bi tevlîbûna 90 kesan tê dîtin.

Têkildarî tevlîbûn û armanca perwerdeyê endama rêveberiya Çand û Hunera Mexmûr Helena Babat û Arjîn Urper ku yek ji beşdarên perwerdeyê ye ji ajansa me re axivîn.

‘Divê li gorî pêvajoyê em xwe baş bi rêxistin bikin’

Helena Babat destnîşan kir ku xwendin û fêmkirina manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fêmkirina pêvajoyê ye û wiha got: “Di nava wargehê de perwerdeya manîfestoyê hatiye destpêkirin. Ji bo ku em bikaribin pêvajoyê rast fêm bikin, pêwistiya me bi perwerdeyeke giştî heye. Di encama vê perwerdeyê de jî em ê zêdetir lê hêr bibin, bikaribin girêdayî pêvajoyê baştir xwe bi rêxistin bikin. Em weke navenda Çand û Hunerê û navenda Stêra Zêrîn her wiha ciwanên Akademiya Şehîd Serhed û ciwanên wargehê bi daxwaz hatin, beşdarî perwerdeyê bûn. Her wiha em nêzî 90 kes di perwerdeyê de cih digrin.”

‘Beşdarbûna perwerdeyê di asteke baş de derbas dibe’

Babat, herî dawî bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û got: “Em weke gelê Kurd di pêvajo û qonaxeke nû re derbas dibin. Di encama vê qonaxê de jî em ê bikaribin xwe kûrtir û zanatir bikin. Tiştên ku ji destpêka dîrokê ve heta niha hatin gotin, ji aliyê Rêber Apo ve gelek guhertin bi xwe re çêkiriye. Di encama vê de pirtûka manîfestoyê derket holê. Di pirtûkê de mijar û beşên ku em bikaribin zêdetir pêvajoyê fêm bikin hene. Perwerde û beşdarbûna perwerdeyê di asteke baş de derbas dibe û girîngiya perwerdeyê ji bo me di perwerdeyê de tê ziman.”

‘Îsbatkirina hebûna nasnameyan karekî gelek zor e’

Arjîn Urper diyar kir ku di encama têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan û Tevgera Azadiyê de hebûna Kurd hat qebûlkirin û ev tişt got: “Di dîrokê de her dem nasnameya Kurd bi îstîsmarê re rû bi rû maye. Dewletên ku xwe dispêrin fikrên netew-dewletê her dem xwestine dîroka Kurdan bêwate bihêlin. Rêbertî di manîfestoyê de bi taybetî balê dikşîne ser wê mijarê dibêje ku; lêgerîna nasnameya Kurd ji min re weke karekî mecbûrî bû. Îsbatkirina hebûna nasnameyê karekî gelek zor e ku di 50 salan de weke partî gihandina wê astê gelekî bi navê Kurd, neteweyekî xwedî dîrok, çand û nasname heye.”

‘Di manîfestoyê de beşa xwezayê herî zêde bala min kişand’

Arjîn Urper bal kişand ser naveroka manîfestoyê û ev tişt anî ziman: “Di manîfestoyê de bal tê kişandin ser têkiliya civakê bi taybetî weke civaka Kurd a bi xweza û wateyê re. Beşa yekem ku me girt dest ev bû. Ev bi rastî li ser min bandorek çêkir. Di mîtolojiya Kurdan de jî ax pîroz tê dîtin. Lê bi hatina modernîteyê ku têgîna xwenûkirinê weke modernîte dibînin, nasnameya Kurd tê înkarkirin. Rêbertî vê weke pêvajoya destpêkê ya talan û înkara nasnameya Kurd destnîşan dike. Bi vê yekê re civak ji xwezayê qut dibe û wateya xwezayê winda dike.”

‘Jinan bi mînakên ji xwezayê girtine li derdora xwe civakê ava kir’

Arjîn Urper di berdewamiya axaftina xwe de qala girêdana jinan a bi ax û xwezayê re kir û got: “Girêdan û rola jinan a di vir de berbiçav e. Jin di nava civakê de bi axê re her dem di nava têkiliyê de ne. Dema em li serdemên yekem ên civakê dinêrin dibînin ku jinan bi mînakên xwezayê girtine li derdora xwe civakê ava kir. Heta ku pêngava yekem a kapîtalîzmê tê avêtin ku Rêbertî weke ‘kujerên kastîk’ bi nav dike, dibêje; kujerê kastîk kapîtalîst e, kesê kapîtalîst ku mêtinkar e, bikeve ser kar û barên civakê kujerê kastîk e ango yê ku bi zanabûn qetla civakê pêk tîne ye.”

‘Berhemên Kurdan her dem bûne malê civakên din’

Arjîn Urper, wiha berdewam kir: “Ev yek li ser aqilê Kurd jî bi bandor e. Rêbertî dibêje; ez dixwazim aqilê Kurd çêbikim. Ev nayê wê wateyê ku aqilê Kurdan nîn e. Dema ev tê gotin, qala nasnameyê tê kirin, tu heyî lê bêwate yî. Kurd ji destpêka dîrokê ve heta niha xwedî dîrok, çand û nasname ne lê ev her dem bûye malê civakên din. Zimanê te bûye defoka Farisan, axa te bûye paytexta Tirkiyeyê, tu weke Kurdek ji dayîk dibî lê neçar dimînî weke Ereb, Tirk bijî, wek Farisek baxivî û tevbigerî. Lê Rêbertî dibêje na em ê aqilek Kurd çêbikin, di vir de em weke aqil, fikir û bîrdoziyeke Kurd çêbikin.”

‘Divê her gotina Rêbertiyê baş bê fêmkirin û nirxandin’

Arjîn Urper diyar kir ku divê manîfesto ne tenê weke pêvajoyeke siyasî yan metneke siyasî were destgirtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di heman demê de ji nûveavakirina çand, bîrdozî û fikrên gelê Kurd û hemû gelên blindest in. Ji ber ku dema em di çarçoveya Konfederalîzma Demokratîk de dinêrin, dibînin ku rêvebirinek pirrengî ye. Nasname, reng û zimanê te çi be tu dikarî di wê çarçoveyê de cihê xwe bigrî, sazûman bikî û li ser têgînên sosyalîzmê bijî, bidî jiyandin. Em nikarin bibêjin Rêbertî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir, em ê xwe bidin aliyekî. Berovajî wê bêhtir erk dikevin ser milên me. Weke gelê Kurd û ciwan divê em di vê pêvajoyê de sekna xwe bidin diyarkirin. Divê her gotina Rêbertî baş bê fêmkirin, nirxandin û weke hemû civakên bindest ku nasnameya wan hatiye îstîsmarkirin û talankirin divê em di pêvajoyê de cih bigrin û xwedî li banga Rêbertî derkevin.”