Li bajarê Til Temirê dayikên cangoriyan daxwaza naskirina YPJ’ê kirin

Li bajarê Til Temirê dayikên cangoriyên azadiyê rûniştinek diyalogê li darxisitin. Di rûniştinê de behsa fedekariyên YPJ’ê û daxwaza naskirina îradeya wê hat kirin.

Til Temir - Di çarçoveya rêzeçalakiyên piştgiriya bi YPJ'ê re, dayikên cangorî û şervanên YPJ'ê li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê, li Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn.

Di rûniştina dayikan ya bi armanca piştgiriya bi YPJ'ê re, ji aliyê Kongra Star ve hatibû birêxistin kirin, wêneyên şervanên YPJ'ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û wêneyê şehîda Enternasyonl Îvana Hoffman hatibûn danîn.

YPJ'ê yektîtiya jinan avakir

Dayika Şehîd Jînda Til Temir Hemdiya Kûtê di serî de behsa serbilindbûna beşdariya keça xwe di nav refên YPJ'ê de heta giha asta şehadetê kir û tekezî li ser vê yekê kir: “YPJ’ê ji bo me dayikên şehîdan nasname û îradeya ku em pê serbilind dibin. Hikûmetek îradeya jinan nas nake em ê jî wê nas nekin. Heta kêliya dawî jî ez ê wek dayika şehîdekê têkoşîna ji bo naskirina YPJ’ê bidomînin. YPJ’ê dikarîbû yekîtiya jinan ava bike û li hember terorê şer kir. Wê çaxa ku YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê şer dikir dihat naskirin, çima îro Sûriyê û dewlet wê nas nakin? Jinên îro ne yê berê ne jî û sertewandinê ji xwe re napejirînin. Em ji jinbûn û nasnameya xwe şerm nakin û ji bo gihiştina azadiyê heta dawî em ê di nav têkoşînê de bin.”

Xezal Ehmo  dayika cangorî Rojînda Ebas jî got ku keça wê ji bo rûmeta gelê Kurd û mirovahiyê biparêze canê xwe feda kir.

YPJ'ê li beramber komên çete destanên lehengiyê nivîsandin

Li aliyekî din jî dayika cangorî Arjîn Cûdî Fehîma Ebdilrehman qala berxwedaniya YPJ’ê li hember çeteyên DAIŞ’ê û komên çete yên din kir û wiha axivî: “Dema ku xeterî nêz dibû û şoreş destpê kir, Arjîn pirtûka xwe avêt û çek hilgirt. Şervanên YPJ’ê li hember çeteyên artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê her wiha komên çete yê girêdayî dagirkeriya Tirk, bi lehengî şer kirin û destan nivîsandin. Hikûmeta Sûriyeyê ya îro jî zagon û şerîeta DAIŞ’ê dide meşandin. Hikûmeta demkî îro çawa hebûna YPJ’ê înkar dike. Em nenaskirina YPJ’ê û înkarkirina berxwedana hatiye raber kirin, napejirînin. Bi saya YPJ’ê jinên Kurd li ser asta cîhanê hatin nasîn. Ji lewra pêwîste ku hêza YPJ’ê di nav hêzan de were nasîn.”

Dayikan tekez kir ku nêzîkatiyên hikûmeta demkî û înkarkirina YPJ’ê û hebûna şermezar kirin her wiha daxwaza naskirina YPJ’ê kirin ku ew jî dibe parçeyek girîng ji avakirina welat.