Li Îranê kelepçeyên elektronîk wekî amûrek tepeserkirinê têne bikar anîn
Ji ber ku Ferîba Hosseînî dirûşmeya "Ji Komara Îslamî re mirin” nivîsandibû lewra cezayê kelepçeyê elektronîk lê hatibû birîn, ji bo çalakvan û diransaza Îranî Ferîba Hosseînî were girtin daxwaznameyek jêre hat şandin.
Navenda Nûçeyan – Ferîba Hosseînî, diransaz û çalakvana 37 salî ku li Îranê bajarê Şîrazê dijî, gazînameyek wergirt ku di nav 10 rojan de serî li Qereqola Polîsan a Qesrdeştê bide. Di gazînameyê de hatibû gotin ku eger di dema diyarkirî de neçe, ew ê were binçavkirin.
Dadweriya Îranê ji ber nivîsandina dirûşmeya "Ji Komara Îslamî re mirin" li Ferîba Huseyînî salek cezayê girtîgehê bi kelebçeya elektronîkî da. Li gorî biryarê, ew ê cezayê xwe di cîhekî teng de ku ji hezar metreyî zêdetir nebe, bikşîne.
Dadgehê her wiha du sal qedexe li ser tora dîjîtal, qedexeya seferê û betalkirina pasaporta wê ferz kir.
Ferîba Hosseînî, bi rêya tora dîjîtal bertek nîşanî biryarê da û got, "Min çi sûc kiriye? Min tu sûc nekiriye."
Ferîba Hosseînî berê di serdegirtina mala wê de hatibû girtin û piştî çend mehan bi kefaletê hatibû berdan. Her wiha hatiye ragihandin ku dozek nû li dijî wê bi tohmetên "civîn û komployê" û "propagandaya dijî-rejîmê" hatiye vekirin.
Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku li Îranê, bi taybetî li dijî çalakvanên jin û rexnegirên hikûmetê, kelepçeyên elektronîk wekî amûrek tepeserkirinê têne bikar anîn.