Li Tehranê ji bo xwendekarên Belûc biryara qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn

Hinek xwendekarên Belûc ên li zanîngeha Tehranê perwerdeya doktorayê dibînin, bêyî daxuyaniyek fermî rastî qedexeya derketina derveyî welat hatin. Vê rewşê fikarên zêdebûna zextên ewlehiyê li zanîngehan zêde kir.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ji aliyê Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belûcistanê ve hatin weşandin, di rojên dawî de zanîngehên ku hinek xwendekarên li zanîngeha Tehranê perwerdeya doktorayê dibînin, der barê wan de kar û barên îdarî û lêpirsîn, derketina derveyî welat hatiye pêkanîn.

Li gorî raporê, xwendekar bêyî biryareke fermî û berê werin agahdarkirin, tenê di lêpirsînên îdarî de agahiya wan ji van qedexeyan çêbûye. Çavkaniyên nêzî xwendekaran, diyar dikin ku tevî serlêdanên kirine, der barê sedemên qedexeya derketina derveyî welat, saziyên biryar dane û dema qedxeyê de tu agahiyek nedane.

Li gorî heman çavkaniyê, teblîgatên eleqedar, hûrgiliyên weke hejmara dosya, şaxa dadgehê yan jî sparteka hiqûqî nagirin nava xwe. Vê rewşê fikarên xwendekaran zêdetir kiriye. Nasnameya kesên mijara gotinê jî bi fikara îhtîmala binçavkirin, bangkirin û zextên ewlehiyê nehat ragihandin.

Bêparmayîna ji mafê perwerdeyê û fikara zêdebûna zextan

Hinek xwendekaran îfade kirin ku ne tenê ji ber qedexeya derketina derveyî welat, ji pêşeroja xwe ya akademîk jî bi fikar in. Li gorî xwendekaran, ev zext dibe ku di pêvajoyên pêş de vegere dûrxistin, bêparmayîna ji mafê perwerdeyê yan jî qedexeyên nû yên der barê xebatên akademîk û zanistî de.

Yek ji xwendekaran wiha got: “Piştî ku lêpirsîn hat vekirin, ji me re hat gotin ku derketina derveyî welat hatiye qedexekirin. Der barê sedemên vê biryarê û ji aliyê kîjan saziyê ve hatiye girtin tu daxuyaniyek nehat dayîn. Êdî fikarên me ne tenê ji ber qedexeya derketinê, ji pêşeroja me ya akademîk û ewlehiya me ye jî. Jiyana me di nava nediyariyê de ye.”

Hinek çavkaniyên zanîngehê jî diyar dikin ku hinek ji van xwendekaran, plan kirine beşdarî bernameyên lêkolînê, konferansên zanistî û yekîneyên karên akademîk ên nevaneteweyî bibin lê belê bi girtina riyên derketina ji Îranê re, xebatên zanistî rasterast sekinîne.

Li zanîngeha kûrbûna atmosferên ewlehiyê

Ev qedexe, di demek ku di mehên dawî de li zanîngehên Îranê atmosfera ewlehiyê girantir bûye de tê pêkanîn. Di gelek raporên li zanîngehên cuda de der barê bangkirina xwendekarên zanîngehê de, lêpirsîn, gefxwarin û dûrxistina ji perwerdeyê hatine weşandin. Hat diyarkirin ku saziyên ewlehiyê di kontrolkirin û rêveberiya qada zanîngehê de rola diyarker girtine.

Xwendekarên Belûc, Kurd û endamên kêmnetewên olî û etnîkî tînin ziman ku di salên dawî de gelek caran rastî pêkanînên cudakarî û zextên ewlehiyê hatine. Parêzavanên mafên mirovan, difikirin ku ev pêkanîna zextan tenê bi xebatên siyasî re sînordar nîn e, di gelek rewşan de, di zêdekirina zextên li ser nasnameya olî û neteweyî ya kesan de bi bandor e.

Di hinek dosyayan de xwendekarên ku ji ber xebatên komeleyên xwendekaran, beşdarî xwepêşandanên protestoyî bûne, li ser medyaya dîjîtal mijarên rexneyî parve kirine û di çalakiyên çandî de cih girtine, rastî lêpirsînên ewlehiyê û qedexeyên darazê hatine.

Qedexeya derketina derveyî welat bûye amûra kontrol û zextê

Hiqûqnas diyar dikin ku pêkanîna qedexeya derketina derveyî welat bêyî pêvajoyeke zelal û darazê, li ser aktivîstên civaka sivîl, rojnameger, akademîsyen û xwendekaran bûye amûra zextê. Di gelek rewşan de, kes dema diçin balafirgehan an jî di dema lêpirsînên îdarî de agahiya wan ji qedexeyê çêdibin.

Li gorî pisporan, kêmaniya zelaliya di pêvajoya ku biryara qedexeya derketinê hatiye girtin, bi awayek bi bandor îtirazkirina kesan asteng dike û wan di nava nediyariyê de dihêle. Bi taybetî di aliyê xwendekar û lêkolîneran de, ev cure qedexe li ser pêşroja pîşeyî û akademîk bandorên cidî dihêle.

Derdorên zanîngehan, diyar dikin ku ger ev pêvajo bidome wê tenê di belavkirina tirsê û bêewlebûna di qada zanistî de sînordar nebe, di heman demê de dê rê li ber şikandina xeyalan bi nifşên nû re veke. Ji ber ciwan êdî zanîngehê weke qada perwerde û lêkolînê nabînin, weke qada tedbîrên ewlehî û kontrolê dibînin.