Pêngava Dîrokî ya Gerîla: Em hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikşînin

Rêveberiya Tevgera Azadiyê bi daxuyaniyekê ragihand ew hemû hêzên xwe yên li nava sînorên Tirkiyeyê, li cihên ku xetera pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, vedikşînin.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Binarê Qendîlê gava dîrokî ya ku ji bo rê li ber pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk avêtiye ragihand. Di daxuyaniyê de endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dêrsim ku ji Bakurê Kurdistanê hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê û endama Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu jî di nav de 25 gerîlayên azadiyê amade bûn.

Daxuyaniya bi zimanê Tirkî ji aliyê endamê Konseya KCK’ê Sabrî Ok ve û bi Kurdî jî ji aliyê endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dêrsim ve hat xwendin.

Daxuyaniya ku li ser navê Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd hat dayîn wiha ye:

“Ji çapemenî û raya giştî re

“Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn tên jiyîn, ji ber ku bi awayekî pir cidî li ser pêşeroja Kurdan û Tirkiyeyê tehdit dike; pêvajoya ku par bi daxuyaniyên serokomar, serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî û Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” re bû xwediyê nasnameyek, di qonaxeke pir girîng û krîtîk de derbas dibe. 

Di nav 8 mehên borî de weke aliyê Kurd me, li ser bingeha banga Aştî û Civaka Demokratîk gavên mezin ên dîrokî û girîng avêtin. Ji bo dorhêleke aram û rehet a nîqaşê bê avakirin, hema piştî bangê di roja 1’ê Adarê de me agirbest îlan kir. Li ser bingeha bi rêbazên guncaw ên arastekirina Rêber Abdullah Ocalan, di rojên 5-7’ê Gulanê de me Kongreya 12’emîn a PKK’ê kom kir, me biryarên hebûna rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî girt û li van biryaran me ev yek zêde kir; ev encax rasterast bi birêvebirina Rêber Abdullah Ocalan dikare pratîze bibe. Piştî du mehan roja 11’ê Tîrmehê jî li ser bingehê banga bi dîmen a Rêber Abdullah Ocalan, di rêveberiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat de Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat, ji bo biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî bi merasîmeke ku çekên xwe şewitandin, di pratîkê de helwesta me ya bi biryar û zelal nîşan da. 

Di bin pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê de ev gavên dîrokî yên aliyê Kurd avêtine, bi kûranî bandorê li ser dorhêla siyasî û civakî ya Tirkiyeyê kir, li ser bingehê aştî û demokratîkbûnê ruh û îradeyeke nû derxist holê. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê, ev helwesta bi wêrek û fedakar a Kurdan li nava Tirkiye û derveyî wê di plana giştî de timî bi ecibandinê hat pêşwazîkirin.

Tevî hemû nêzîkatiyên nebes ên tên jiyîn Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo talûkeyên ku her diçe li ser Tirkiye û Kurdan giran dibin berteref bike û ji bo hîmê pêşerojeke bi sedan salan a jiyana azad, demokratîk, xwişk û biratiyê dayne, bi armanca pêvajoya aştî û civaka demokratîk bigihîjîne qonaxeke duyemîn hewl dide gavên pratîk ên nû yên pêşîlêveker bavêje.

Li ser vî esasî, li ser bingeha biryarên Kongreya 12’emîn ku plan kiriye, em hemû hêzên xwe yên li nava sînorên Tirkiyeyê li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, ji bo pêkanîna vekişandina li Qadên Parastina Medyayê li ser erêkirina Rêber Abdullah Ocalan jî em pêk tînin. Beşek ji komen gihîştine Qadên Parastina Medyayê vê gavê li vê derê ne û bi xwe beşdarî vê daxuyaniyê dibin. Her wiha li qadên sînor jî li cihên ku rîska pevçûnê lê heye û mewziyên ku ew ê rê li ber provokasyonên muhtemel vekin jî tedbîrên sererastkirinê yên weke vê tên girtin.

Bêguman ev gavên ku em davêjin asta wê ya bandorê ew ê pratîk nîşan bide. Encax ev gavên pratîkî yên em davêjin jî di pêkanîna biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê de careke din helwesta me ya bi biryar û zelal nîşan dide.

Pir eşkere ye ku em girêdayî biryarên Kongreya 12’emîn in û di pêkanîna wê de em bi biryar in. Lê ji bo evana bên pratîzekirin jî dîsa li ser bingeha biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê girtine, nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajo ferz dikin bêyî ku bi derengî bikeve divê bên nîşandan. Di vê çarçoveyê de Hiqûqa Veguhêz a taybet ji bo PKK’ê divê esas bê girtin, ji bo beşdarî siyaseta demokratîk bibe qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê yên pêwîst bêyî ku bi derengî nekeve derkevin. 

Weke dawî banga me, di serî de ji bo jin û ciwanan ji bo hemû gelê me ye. Pêvajo ne ew pêvajo ye ku ji hinekan hin tiştan hêvî bikin, pêvajo ew pêvajo ye ku bi têkoşîna rêxistinkirî avakirin û qezenckirina jiyana azad û demokratîk e. Wê wextê hemû kesên ku xwe di nava vê jiyanê de dibînin, ji bo serkeftina ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ di asta seferberiyê de divê têbikoşin.

Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk teqez ew ê bigihîje serkeftinê!”

 26’ê Cotmeha 2025’an

Rêveberiya Tevgerê