Gerîla Nûda Arîn: Me di pêngava aştiyê de cih girt

Gerîlaya Tevgera Azadiya Kurdistanê Nûda Arîn ku başdarî pêngava dîrokî ya gerîlayan bû wiha got: “Me di vê pêngavê de cih girt. Di nava vê komê de û di vê pêvajoyê de rol û cihê me girîng bû. Li bakurê Kurdistanê rewşa gerîlayan gelek baş e.”

Qendîl – Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Binarê Qendîlê pêngava dîrokî ya ku ji bo rê li ber pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk veke ragihand. Di daxuyaniyê de endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dêrsim û endama Konseya Fermandariya HPG’ê û Fermandara Eyaleta Garzanê Devrîm Palu ku ji Bakurê Kurdistanê hatîn Herêmên Parastinê yên Medyayê jî di nav de 25 gerîlayên azadiyê amade bûn.

Yek ji gerîlayên Azadiyê Nûda Arîn ku ji herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê hatiye Herêmên Parastinê yên Medyayê, têkildarî pêngava dîrokî ya gerîlayan û rola jinan di vê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî û got: “Wekî me di serî de diyar kir, ev biryar di çarçoveya banga Rêber Apo û biryara kongreya 12’emîn de hat dayîn. Ev pêngava dawî ji bo pêvajo bi awayek bi leztir bibe hat avêtin. Li ser wê me biryar da em ji herêmên ku xetera şer li wan heye vekişîn da ku metirsî li ser pêvajoyê nemîne. Wekî din li herêma ku em lê bûn, rewşa gerîlayan gelek baş bû. Ew propagandayên di ragihandinê de tên belavkirin ne rast in. Rewşa gerîlayan baş e û xebat didomin.”

‘Li hemberî çalakiyên dijmin em xwedî îrade bûn’

Nûda Arîn wiha got: “Li herêmê dijmin û çalakiyên wan hebûn. Bi her awayî em xwedî îrade bûn. Li bakurê Kurdistanê dewleta Tirk tişta dixwest bike hemû ji bo şikandina îradeya gerîlayan bû. Em weke gerîla li bakurê Kurdistanê têkoşiyan. Bi dilsoziya fikir û baweriya xwe û bi fikir û felsefeya Rêber Apo em bi hêz bûn. Îradeyek weke pola bi me re çêbû. Zoriyên li pêşiya me nebûn asteng. Em xwedî hêz bûn û têkoşiyan. Li herêmên bakur rewşa gerîlayan gelek baş e, ji cihê pêwist vekişiyan. Piştî vekişînê me di vê pêngavê de cih girt. Ev bersivek e ji bo gotinên di rojevê ku dibêjin gerîla bêhêz e.”