Ji 70 jinan strana berxwedanê: Şêx Meqsûd keleha berxwedanê ye
Tevgera Hîlala Zêrîn a li Helebê, klîbek bi beşdariya 70 jinên ku berxwedana gel di dema dorpêçê de belge dikin, weşand. Di klîbê de bal kişandiye ser rola jinan di berxwedana girseyî ya li taxa Eşrefiye û Şêxmeqsûd.
Heleb – Tevgera Hîlal Zêrîn klîbek bi navê ‘Şêx Meqsûd keleha berxwedanê ye’ weşand. Temaya klîbê berxwedan û îradeya şêniyên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ku tevî hemû zoriyan xwedî li xak û berxwedana xwe derdikevin.
Tevgera Hîlal Zêrîn, piştî çend rojên xebatên qeydê li Helebê, di roja 25’ê Cotmehê de klîbê weşand. Gotinên klîbê, berxwedan û hêza gel di dema dorpêç û êrîşan de, bi taybetî di protestoyên ku di 6’ê Cotmehê de destpê kirin ji dîmenên ku biryardariya gel belge dikin îlham girtiye.
Di klîbê de 70 jin hene
Klîb li herêma Cebbanat a rojhilatê taxa Şêx Meqsûd hat kişandin. Xebat bi hewldana Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Navenda Çand û Hunera Şehîd Cemîl Horo hatiye amadekirin. Di berhemê de nêzî 70 jin û jinên ciwan hene. Ev jî peyamek bi dîmen a bi hêz e ku balê dikşîne ser rola bi bandor a jinan.
Klîb ruhê berxwedana gel li dijî her cure êrîş û zextan nîşan dide diteyîsîne. Dîmenên beşên protestoyên gel li dijî dema hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku hemû xalên ketina herdu taxan digrin û ketin û derketina mirovan asteng dikin û dorpêçê pêk tînin di klîbê de hene.
Gotin û muzîka berhemê, endama Tevgera Hîlala Zêrîn Suzan Bîlal nivîsand. Sererastkirina muzîkê adê Hîkmet Mîlan e. Redeksiyona ziman a gotinên stranê aydî Hediyat Osman in. Derhêner û montaja wê jî Şîrîn Xelîl kiriye.
Di dawiya klîbê de, wêneyên du berxwedêrên bi nave Cecan Efrîn û Nûrî ku di dema protestoyên dawî de, bi êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam jiyana xwe ji dest dane hene.